Hevserokê KCDê, Hatîp Dîcle: Yekitiya Ewropayê kurd firot

Amed (Rûdaw) – Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Hatîp Dîcle ragihand, Ocalan di hevdîtina xwe ya herî dawî de pir hêrs bûye û gotiye, firsenda dawî ji bo çareseriyê 15ê Nîsana 2015an e. Dîcle her wiha got, Yekitiya Ewropayê ji ber xatirê berjewendiyên xwe kurd firot.

Li gorî medyaya Tirkiyeyê, Hevserokê KCDê Hatîp Dîcle, îro li navçeya Kayapinarê ya Amedê tevlî civîna giştî ya KCDê bû.

Di civînê de Dîcle behsa pêvajoya çareseriyê û hevdîtina herî dawî ya şanda HDPê bi Ocalan re kir û got, Ocalan gotiye êdî hêza min a tehemulkirinê nemaye lewma firsenda dawî ji bo çareseriyê 15 Nîsana bê ye.

Dîcle, ku ew jî bi şanda HDPê re çûbû Îmraliyê, diyar kir ku Ocalan gotiye eger pêvajoya çareseriyê negihîje encamekê wê çaxê ew şerê ku niha pêsîra Rojhilata Navîn girtiye dê derbasî Tirkiyeyê jî bibe.

Hevserokê KCDê her wiha bi tundî rexne li Yekitiya Ewropayê kir ku heta niha jî PKK di lîsteya terorê de hîştiye û wiha axivî: “Yekitiya Ewropayê ji ber xatirê berjewendiyên xwe kurd firot!”

Hatîp Dîcle behsa bûyerekê jî kir. ku sala 2004an di merasîma xelatkirina Leyla Zana de ji aliyê Parlamentoya Ewropayê çêbibû. Dîcle wiha anî ziman:

“Ez dixwazim piştî 10 salan vê bûyerê bêjim ji ber ku beriya niha min nikarîbû ji ber pîvanên dîplomatîk bêjim. Di merasîma xelatkirina Leyla Zana de, alîkarê serokê îstixbarata Parlamentoya Ewropayê li kêleka min rûniştibû. Wî hinek tişt ji min pirsîn, min jî pirsek jê kir. Min got, çima we di dema ku PKKê dest ji şer berda û behsa aştî û çareseriyê kir, navê wê xist lîsteya terorê? Wî ji min re got ku ji wan re gotine PKK bi El Qaîdê re kar dike!”