Tîma Rûdawê li Afrîkaya Başûr-Bloga hejmar yek

 

12-12-2013

Ebû Zebî (Rûdaw)- Li balafirgeha Ebû Zebî mizgfet û bareke irlandî (Irish Peb) hemberî hevdu ne. Karmendên asayişa balafirgehê hinek ji wan spî ye û hinek jî reş in. Froşyarên nav Bazara Azad ya balafirgehê ji hemû neteweyan in. Ew tîma Tora Medyayî ya Rûdawê ku birêketiye, li vir li benda hatina balafira Johannesburgê ya Afrîkaya Başûr e û piştî bîsteke din em dê bifirin. Di rojên bê wê şopandineke me ya taybet hebe di merasîma veşartina ew mêrê efsaneyî ku hizir, raman û kiryarên wî cîhan fêrî lêborînê kir.


Kak Hejar Birincî ku derhênerekî naskirî ye ligel kak Kawe Emîn ku rojnamevan û nivîskarekî neteweyî yê diyare û pirtûkeke wî jî li ser Mandela çap û belav bûye, ligel min (Hêmin Ebdila) endamên tîma Tora Medyayî ya Rûdawê ne. Em li vir şûna raman û kiryaryên Mandela dibînin. Reş û spî li hola bendewariyê rûniştine û em hemû bi hev re li balafirekê siwar dibiin. Em hemû diçin bajarekî ku Mandela di bîranînên xwe de wek “bajarê têgihiştin li kultûra Rojava” dide nasîn.


Mandela di 23 saliya xwe de bû dema ku çû Johannesburgê. Berî wê, ew xortekî eşayrî bû ku tam pêgirê dab û nerîtên eşîreta xwe bû û kêm hizira lêborînê dikir.


Wî li wir li zanîngehekê xwendiye û rojekê mamostayekî ji wî û hevalên wî yên reşpêst re gotibû: “Rojek dê were ku win dê bibin desthilatdarên vî welatî”. Mandela gelek bîranînên wî di koçe û kolanên Johannesburgê de hene. Ligel Hejar Birincî û Kawe Emîn emê biçin wan bîranînan bi kurdî zindî bikin.


Note: Dema em ji balafirgeha Hewlêrê ber bi Ebû Zebî dihatin, me xwest hinek vîdyoyan ji bo belgefîlmekê ku em li ser kar dikin bigirin. Hîn 2 deqe li ser karê me derbas nebûbê, karmendên balafirgehê hatin û digel me lêpirsîn kirin. Karmendan dixwestin ji prensîpên lêborînê yên Mandela dûr nekevin û li me biborin. Lê dixwestin em derewan ligel wan bikin. Wek me ji wan fam kir, diviyabû em bêjin ew vîdyoyên ku me girtine ne ji ti televizyonekê re ne û her me ji bo xweşiya xwe girtine. Efser bi enqest ji me re digot: “Yanî vîdyo ne ji bo belavkirinê ne”. Lê me nexwest derewan bikin û me her digot: “Na ji bo belavkirinê ne”. Dema efser ji me bêhêvî bû, Mandela bi hêsanî li tawana me borî û em bi cih hêştin.