Riha - Karkerê ku elektrîkê ew girt mir
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Heranê ya parêzgeha Rihayê karkerê ku elektrîkê ew girt mir.
Li gundê Damlasuyê yê Heranê, karkerê bi navê Casim Aksoy dema xwest erîzeya elektrîkê çê bike elektrîkê ew girt û birîndar bû.
Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê Aksoy bir Nexweşxaneya Dewletê ya Heranê.
Lê tevî midaxeleya li nexweşxaneyê jî Aksoy mir.