Riha - Karkerê ku elektrîkê ew girt mir

13-11-2024
RÛDAW
Nîşan Riha Casim Aksoy Elektrîk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Heranê ya parêzgeha Rihayê karkerê ku elektrîkê ew girt mir.

Li gundê Damlasuyê yê Heranê, karkerê bi navê Casim Aksoy dema xwest erîzeya elektrîkê çê bike elektrîkê ew girt û birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê Aksoy bir Nexweşxaneya Dewletê ya Heranê.

Lê tevî midaxeleya li nexweşxaneyê jî Aksoy mir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst