Gelo Trump dikare hêzên Amerîkayê ji Rojavayê Kurdistanê vekişîne?

13-11-2024
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Wêne: Delîl Silêman / AFP
Wêne: Delîl Silêman / AFP
Nîşan Amerîka Tirkiye Rojavayê Kurdistanê Oytun Orhan Alper Tan
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Piştî hilbijartinên Amerîkayê û serkeftina Donald Trump mijara vekişîna leşkerên Amerîkî ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê tê gotûbêjkirin.

Li Enqereyê li gorî hinek çavkaniyên dîplomatîk Amerîka dê li gorî nexşerêyekê salên 2025-2026an hêzên xwe ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê vekişîne.

Li gorî aliyên nêzîkî hikûmetê, aloziyên li Rojhilata Navîn di mijara vekişîna lêşkeran de destê Trump lawaz dike.

"Vekişîna leşkerên Amerîkî ji Sûriyeyê zêde mumkin xuya nake"

Lêkolînerê ORSAMê Oytun Orhan li ser mijarê anî ziman:

"Ji ber rewşa aloz a niha vekişîna leşkerên Amerîkî ji Sûriyeyê zêde mumkin xuya nake.

Her çend ku di fikra Trump de daxwazeke wiha hebe jî îhtimal heye ku nikaribe di dema serokatiya xwe de tiştekî wiha bike.

Em dizanin ku Trump dixwaze hêzan vekişîne lê Trump nikare bi tena serê xwe biryarê bide.

Mijar girêdayî siyaseta derve ya Amerîkayê ye."

Di mijara vekişîna leşkerên Amerîkî ya ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê de pirsa herî krîtik çarenîvisa Hezên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Rêveberiya Xweser e.

Bersiva herî zêde jî ew e ku dê Tirkiye bi YPG û Rêveberiya Xweser re bi navbeykariya Amerîkayê danûstandinan bike û bigihêje lihevkirinekê.

"Amerîka dê hewl bide Tirkiye û YPG û PYDyê li hev bîne"

Serokê Enstîtuya Ramana Stratejîk (SDE) Alper Tan jî got:

"Amerîka dê ji Sûriye û Îraqê hêzên xwe vekişîne.

Ji xwe nexşereya vekişîna hêzên li Îraqê eşkere bû.

Bi heman awayî dê li Sûriyeyê hêzên xwe kêm bike.

Dema hêzên xwe kêm dike jî, dê hewl bide ku YPG û PYD bi Tirkiyeyê re li hev bikin."

Li gorî hinek senaryoyên ku li Enqereyê tên axaftin, eger hêzên Amerîkî ji Sûriyeyê werin vekişandin an Tirkiye an jî Rusya dê valahiyê tije bikin û balansa leşkerî û siyasî jî dê li gorî vê yekê ji nû ve were avakirin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst