RAPIRSÎ - Ji sedî çendê Kurdan li dijî tayînkirina qeyûman in?

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapirsiya Navenda Raman û Lêkolînê ya Spectrum Houseyê ji sedî 74,2yê dengdêrên Kurd li dijî tayînkirina qeyûman in.

Navenda Raman û Lêkolînê ya Spectrum Houseyê encamên rapirsiya ku di navbera 15-18ê Çiriya Pêşîn de bi hezar û 725 dengdêrên Kurd re kiribû eşkere kir.

Di rapirsiyê de bêyî cudahiya partiyên ku Kurdan deng daye pirsên li ser tayînkirina qeyûman hatin pirsîn.

Ji sedî 61,5ê beşdaran diyar kir ku “qeyûm binpêkirina îradeya gelê Kurd e” û ji sedî 74,2yê beşdaran got tayînkirina qeyûman xelet e.

Li gorî partiyên ku dengdêrên Kurd deng daye wan rêjeya kesên li dijî qeyûman in wiha ye:

DEM Partî: Ji sedî 92,9

TÎP: Ji sedî 83,3

CHP: Ji sedî 66.5

Partiya Yenîden Refahê: Ji sedî 58,8

MHP: Ji sedî 50

AK Partî: Ji sedî 41,8

ÎYÎ Partî: Ji sedî 33,3

Herî zêde dengdêrên Kurd ên ku deng daye MHPyê biryara tayînkirina qeyûman rast dibînin.

Li gorî partiyên ku dengdêrên Kurd deng daye wan rêjeya kesên biryara tayînkirina qeyûman rast dibînin wiha ye:

MHP: Ji sedî 50

ÎYÎ Partî: Ji sedî 33,3

AK Partî: Ji sedî 31,6

Partiya Yenîden Refahê: Ji sedî 23,5

CHP: Ji sedî 8,6

DEM Partî: Ji sedî 4,1

Ji sedî 79,1ê dengdêrên Kurd di wê baweriyê de ne ku tayînkirina qeyûman “çareserkirina Pirsa Kurd zehmettir dike.”

Her wiha ji sedî 66,4ê beşdaran destnîşan kir ku dê hikûmet tayînkirina qeyûman li ser şaredariyên DEM Partiyê bidomîne û ji sedî 18,3yan jî gotiye ku qeyûm berdewam nabin.