Serok Barzanî, Serokwezîrê Îraqê qebûl kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî qebûl kir.

Baregeha Barzanî li ser civîna Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî daxuyaniyek belav kir.

Serok Barzanî û Sûdanî di civînê de behsa rewşa siyasî ya herêmê û rûdanên li Rojhilatê Navîn kirin.

Hat ragihandin ku avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê yek ji mijarên civînê bû.

Serok Barzanî û Mihemed Şiya Sûdanî rewşa siyasî ya Îraq û Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî yên herêmê jî gotûbêj kirin.

Her du aliyan tekezî li ser wê yekê kir ku di pêwendî û hevahengiya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê de gavên erênî û baş hatine avêtin.

Di hevdîtinê de Sûdanî ji bo serkeftina di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de pîrozbahî li Serok Barzanî kir û hêvî kit ku di demeke kurt de partî bigihin rêkeftinekê.

Mihemed Şiya Sûdanî îro danê sibehê bi serdaneke fermî gihîşt Hewlêrê.

Biryar e îro biçe Silêmaniyê jî.