Nêçîrvan Barzanî û Sûdanî: Pêwîst e em welat ji encamên hevrikiyan dûr bixin

11 demjimêr berê
RÛDAW
Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Şiya Sûdanî / Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê
Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Şiya Sûdanî / Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Mihemed Şiya Sûdanî Herêma Kurdistanê Îraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî tekez kir ku divê welat ji encamên xirab ên hevrikiyan bê parastin.

Mihemed Şiya Sûdanî vê sibehê li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê û ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Piştî vê jî hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Şiya Sûdanî civiyan.

Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Sûdanî daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniyê, her du aliyan di civînê de encamên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, pêngavên pêkanîna kabîneya nû ya Herêma Kurdistanê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û her wiha rewşa herêmê gotûbêj kirine.

“Ev hişyariya siyasî ya xelkê Kurdistanê ye”

Sûdanî serkeftina hilbijartinên parlamentoyê li rayedar û xelkê Herêma Kurdistanê pîroz kir û pesnê beşdarbûna zêde ya hilbijartinan da û got:

“Ev nîşana hişyariya siyasî ya xelkê Herêma Kurdistanê û pabendbûna wan a bi pêvajoya demokrasiyê ye.”

Nêçîrvan Barzanî jî spasiya Sûdanî û aliyên pênwendîdar ên Îraqê kir ku di biserxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de bûne alîkar.

Li gorî daxuyaniyê, Nêçîrvan Barzanî û Sûdanî tekezî li ser girîngiya bihêzkirina mekanîzmayên hevahengiyê yên ji bo çareserkirina pisgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê kir.

Divê pirsgirêk bi rêya diyaloga avaker bên çareserkirin

Wan tekez kir ku divê pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê bi rêya diyaloga avaker û li gorî destûrê bên çarserkirin.

Her wiha her du alî li ser giringiya berdewambûna danûstandin û bihêzkirina pêwendiyên navbera xwe hevfikir bûn.

Di civînê de behsa rûdanên li Rojhilata Navîn û bandorên wan ên li ser Îraq û herêmê jî hat kirin.

Di vî warî de jî her du aliyan tekezî li ser pêwîstiya dûrxistina welat ji encamên hevrikiyên herêmî kir.

Ji bilî van mijaran, di hevdîtinê de pêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê yên bi welatên cîran û deverê re û çawaniya bipêşxistina wan hatin nirxandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst