Nêçîrvan Barzanî û Sûdanî li hev civiyan

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî li Hewlêrê li hev civiyan.

Mihemed Şiya Sûdanî vê sibehê li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê û ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Piştî vê jî hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Şiya Sûdanî dest pê kir.

Her du aliyan mijarên wekî “pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê, budce û petrola Kurdistanê” nirxandine.

Serokwezîrê Îraqê dê piştî temasên xwe yên li Hewlêrê derbasî Silêmaniyê bibe.

Li gorî agahiyên Rûdawê dê “petrol, avakirina hikûmeta nû û Rêya Bipêşketinê” mijarên sereke yên hevdîtinan bin.

Hat zanîn ku dê Sûdanî li ser avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê bi aliyên pêwendîdar re hevdîtinan bike û wan teşwîq bike da ku hikûmetê ava bikin.

Pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê û rêyên çareserkirina wan dê mijareke din a hevdîtinan be.

Ofîsa Sûdanî daxuyanî da

Ofîsa Mihemed Şiya Sûdanî piştî hevdîtina wî û Mesrûr Barzanî daxuyaniyeke nivîskî da û got:

“Her du aliyan daye zanîn ku divê Biryara Dadgeha Federal a li ser dayîna mûçeyan were bicihanîn.”

Li gorî daxuyaniyê, Sûdanî ji bo serkeftina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya di hilbijartinan de Mesrûr Barzanî pîroz kiriye.

Ofîsa Sûdanî amaje pê kir mijarên “pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê û petrola Herêma Kurdistanê” jî hatine gotûbêjkirin.