Li Bedlîsê qeza: Bav mir, kur jî birîndar bû
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê kamyoneta ku fêkî lê hatibûn barkirin qulibî, bav mir û kur jî birîndar bû.
Li ser rêya navçeya Hewêlê ya Sêrtê û Bedlîsê kamyoneta ku Mehmet Çakmaz diajot li nêzîkî gundê Qesrikê ji rê derket û qulibî.
Li ser agahdarkirinê cendirme, tîmên AFADê û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Di encama qezayê de Mehmet Çakmaz li cihê qezayê mir û kurê wî yê bi navê Taner Çakmaz jî birîndar bû.
Tîmên AFADê Taner Çakmazê birîndar ê ji kamyoneta ku tê de asê mabû derxist.
Tîmên tenduristiyê Taner Çakmaz bir Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlîsê.