Li Rojavayê Kurdistanê rewşa perwerdeyê çawa ye?

13-11-2024
RÛDAW
Xwendekarên Rojvayê Kurdistanê /Wêne: Rêveberiya Xweser
Xwendekarên Rojvayê Kurdistanê /Wêne: Rêveberiya Xweser
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Rêveberiya Xweser Xwendin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirs diyar dikin ku li Rojavayê Kurdistanê asteng û zehmetî gelek in lê perwerde baş e.

Tevî zehmetiyên ku hene, berpirsên perwerdeyê yên bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê diyar dikin ku pêvajoya xwendinê bi awayekî baş bi rê ve diçe.

Birêvebirê Komelgeha Perwerdeyê ya bajarê Hesekê Basil el-Damin got:

"Pêvajoya perwerdeyê li dibistanên Hesekê bi awayekî baş bi rê ve diçe.

Gerên me li ser dibistanan hene û rewşa xwendekaran jî gelekî baş e û bi awayekî baş waneyan dibînin.

Li Hesekê nêzîkî 3 hezar mamoste hene û 172 dibistan jî hene.

Ew jî yên qonaxên seretayî, amadeyî û lîseyê ne."

Derbarê guhertina ku di hinek ji materyalên xwendinê de hatin kirin kursên rahênanê ji bo mamosteyan hatin vekirin.

"Pêvajoya perwerdeyê bi awayekî gelekî baş bi rê ve diçe"

Basil el-Damin her wiha da zanîn:

"Aniha pêvajoya perwerdeyê bi awayekî gelekî baş bi rê ve diçe.

Pirtûk jî li hemû xwendekaran hatin belavkirin.

Destpêka sala nû ya xwendinê kêmbûnek hebû lê niha hat çareserkirin.

Ji ber ku destpêka sala xwendinê li ser materyalên polên yekem, çarem, heftem û dehem ên ku hatin guhertin, kursên rahênanê ji mamosteyan re hatin vekirin, êdî li dibistanên Hesekê pêvajoya perwerde û fêrkirinê baş e."

Li dibistanên Rêveberiya Xweser xwendin bi zimanên Kurdî, Erebî û Siryanî ye.

Li gorî zanyariyên Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Cizîrê, ji tevahiya 4 hezar û 100 dibistanên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Cizîrê hezar û 786 dibistan hene.

Hezar û 390 dibistan ên seretayî, 74 ên amadehiyê û 23 jî dibistanên lîseyê ne.

Ji tevahiya 900 hezar xwendekaran 206 hezar xwendekar, li wan dibistanan dixwînin.

Her wiha 18 hezar û 827 mamoste jî waneyan didin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst