Şewata Sînemaya Amûdê: 'Gelek qehremanên bênav hene'

13-11-2023
Hisên Omer
Wêne: Rûdaw Grafîk
Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Şewata Sînemaya Amûdê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di 13ê Çiriya Paşîna 1960î de, karesatek li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê qewimî.

Sînemaya bajêr şewitî û tê de 283 zarokên Kurd canê xwe ji dest da.

63 sal di ser şewata Sînemaya Amûdê re derbas bûn

Li bajarê Amûdê, di 63yemîn salvegera şewata Sînemaya Amûdê de qurbanî hatin bîranîn.

Yekîtiya Nivîskarên Kurd a Sûriyeyê û Navenda Kemal Derwîş a El-Partiyê ji bo bîranîna şewata Sînemaya Amûdê çalakiyek li dar xist.

Gelek kesên ku ji şewata sînemayê rizgar bûbûn di çalakiyê de amade bûn.

“Gelek qehremanên bênav hene”

Behcet Beg yek ji zarokên ku ji şewatê rizgar bûbû behsa wê bûyerê kir û got:

"Em zarok bûn. Dema ku em çûn Sînemaya Amûdê emrê me 10 sal bû.

Cara yekem bû ku em diçûn sînemayê. Bi rastî pereyên me tunebûn û wan em vegerandin malê. Gotin, herin malê pereyan bînin. Rewşa me gelekî xirab bû.

Em çûn me pere deyn kir û me got wele me pere dane, em dê herin sînemayê.

Em dixwazin hema sînemayê bibînin. Me ti carî sînema nedîtibû.

Cih tunebû em jî li erdê rûniştibûn. Bi rastî gelek qehremanên bênav hene.

Wekî Silêmanê Sofî Emîn ku kesî behsa wî nekiriye, wî gelek kes xelas kirin."

Herwiha gelek nivîskar, helbestvan û xelkê Amûdê beşdarî çalakiyê bûn.

Gelek hunermend, nivîskar û helbestvanan, ji bo ku neyê jibîrkirin û di dîroka Kurd û Kurdistanê de bi awayekî ku nifşek çîroka wê vediguhêze nifşekî din li ser vê trajediyê berhemên taybet çêkirine.

“Nifşek ji tevgera Kurdî çû”

Behcet Beg wiha berdewam kir:

"Bi rastî nifşek ji kîsê tevgera Kurdî çû, ji kîsê miletê Amûdê çû, ji xelkê Cizîrê çû.

Ew nifş wê îro parêzer, endazyar, bijîşk bûna. Ew roj rojeke gelekî xemgîn e.

Em wê rojê her roj bi bîr tînin, em dikevin tayê. Bûyereke gelekî zehmet û biêş bû."

Şewata Sînemaya Amûdê

Berî 62 salan, 13ê Çiriya Paşîna 1960î li bajarê Amûdê bûyereke dilsoj rû da.

Di wê roja xemgîn de, agirekî dijwar bi Sînemaya Amûdê ket.

Di encamê de 283 zarokên Kurd ên wî bajarî û yên derdorê, di nav dojeha wî agirî de canê xwe ji dest da.

Herwiha bi dehan zarok jî birîndar bûn û heta niha gelek ji wan behsa wê serpêhatiya xwe dikin.

Di wê rojê de, biryar bû, xwendekarên dibistanan li fîlmeke bi navnîşana “Tawana Nîvê Şevê” ya li ser Şoreşa Cezayirê temaşe bikin, wekî piştgiriyekê ji bo wê şoreşê.

Şewata Sînemaya Amûdê, wekî “Komkujiya Sînemaya Amûdê” jî tê binavkirin.

Baweriya di nav xelkê de ew e ku şewat ji aliyê desthilata wê demê ya Sûriyeyê ve bi qestî hat derxistin.

Heta niha jî bi fermî ti alî yan kesek ji ber wê bûyerê nehatiye darizandin an jî cezakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst