Li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Kurdistanê erdhejeke tirsnak!

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Makûyê ya Rojhilatê Kurdistanê erdhejeke bi hêza 4,3 pileyan çêbû.

Bajarê Makûyê li ser sînorê Bakurê Kurdistanê cih digire.

Li gorî daxuyaniya AFADê, erdhej “li ser sînorê Îran û Tirkiyeyê”, li bajarê Makûyê çêbûye û hêza wê 4,3 ye.

AFADê diyar kir ku erdhej demjimêr 17:58an, 25 kîlometreyan dûrî parêzgeha Agiriyê çêbûye.

Herwiha hat ragihandin ku kûrahiya erdhejê 7 kîlometre bûye.

Di serî de Agirî û bajarên derdorê jî ji erdhejê bi bandor bûne.