Erzirom - Gumanbarê ku 'destdirêjî li zaroka 9 salî kiriye' hat berdan: Gundî rabûn ser pêyan

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê gumanbarê ku bi îdiaya destdirêjî li zarokeke 9 salî kiriye hatibû desteserkirin hat berdan.

Welatiyên ku berdana gumanbar bihîstin daketin kolanan.

Li gundê Tivnigê yê navçeya Yakûtiyeyê ya Erziromê, M.K.yê ku bavê 7 zarokan e bi îdiaya destdirêjî li zarokeke 9 salî kiriye hatibû desteserkirin.

Piştî lêpirsînan M.K. ji aliyê dadgehê ve hat berdan.

Welatiyên gundê Tivnigê kom bûn û xwestin bi ser mala M.K. de bigirin.

Li ser agahdarikirinê, tîmên cendirmeyan çûn gund.

Welatiyên ku kom bûn gotin, “Em kesên ku aramiya gundê me xera dikin naxwazin” lê cendirme û rûspiyên gund rê neda gundiyan.

Fermandarê cendirmeyan ê navçeya Yakûtiyeyê girse aram kir û M.K. ji gund derxist.

Piştî ku M.K. ji gund hate derxistin, girse belav bû.

Muxtarê gund Nûrî Demîr anî ziman ku M.K. li gund bûye sedema aloziyê.

Şêniyê gund Hanîfî Demîr jî got, “Em li bendê bûn ku M.K. bihata girtin lê hat berdan. Vê yekê em xemgîn kirin.

Gundê me ne aram e. Kêr li cîranê me da. Çekê li me dikişîne û gefan dixwe. Gelek bûyerên wî yên bi vî rengî hene.”