Rêjeya tawanan diyar bû: Rêjeya herî kêm li Bakurê Kurdistanê ye

13-11-2023
RÛDAW
Nîşan TUIK Rêjeya Tawanan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - TUIKê rêjeya tawanan a li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê eşkere kir.

Li gorî wê bajarên ku herî kêm tawan lê tên kirin parêzgehên Semsûr, Şirnex, Bedlîs û Sêrtê yên Bakurê Kurdsitanê ne.

Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) li ser bingeha amarên saziya bicihkirina cezayan, bajarên ku rêjeya tawanan li wan kêm e eşkere kirin.

Li gorî amarên TUIKê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rêzbendiya bajarên ku herî kêm tawan lê çêbûne yên Bakurê Kurdistanê ne.

Herwiha bajarên ku herî kêm tawan lê hatine kirin di rêza yekem de Semsûr ji sed hezarî 156, Şirnex ji sed hezarî 159 di rêza duyem de, Bedlîs ji sed hezarî 175 di rêza sêyem de û Sêrt ji sed hezarî 175 di rêza çarem de ye.

Parêzgeha Bayburtê ya Tirkiyeyê ji sed hezarî 186 di rêza pêncem de ye.

Piştî wê dîsa bajarên Bakurê Kurdsitanê tên ku ev in:

Mûş rêjeya tawanan: ji sed hezarî 188

Erzîngan rêjeya tawanan: ji sed hezarî 191

Colemêrg rêjeya tawanan: ji sed hezarî 192

Mêrdîn rêjeya tawanan: ji sed hezarî 194

Erzirom rêjeya tawanan: ji sed hezarî 196

Ev rêje tawanên wek kuştin, birîndarkirin, dizî, talankirin û tawanên din ên wek van li xwe digire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst