Medreseya Sor a ku temenê wê 500 sal e careke din hat vekirin
Cizîr (Rûdaw) - Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, Medreseya Sor a 500 salî piştî restorasyona du sal û nîvan careke din re hat vekirin.
Medreseya Sor ji ber ku bi kevirên sor hatiye çêkirin ew nav lê hatiye kirin.
Taybetiyeke herî mezin a Medreseya Sor ew e ku alim, mitesevif û fîlozofê Kurd Melayê Cizîrî di wê medreseyê de melatî kiriye û dîwana xwe ya bi nav û deng li wir nivîsiye.
Herwiha Ehmedê Xanî jî dema berhevkariya Mem û Zînê kiriye du sal û nîvan li wê medreseyê maye.
Medreseya Sor sala 1508an ji aliyê Mîr Şeref ango Xan Şerefê Kurd ve hatiye avakirin û wekî zaningeheke serbixwe ilmên fenî û olî lê hatine dayîn.
500 sal in li ser pêyan e
Medreseya Sor 500 sal in ji hemû tofanên hem bin erde û hem ser erdê bi birîndarî rizgar bûye û bi rengê xwe yê taybet ê sor û bi menewîyata xwe ya girîng gihiştiye îro.
Di sala 2020an de restorasyona Medreseya Sor hatibû destpêkirin û niha piştî restorasyonê hem wekî mizgeft hem û hem wekî medrese di xizmetê de ye.
Mîr Şeref çawa ji Cizîrê derket û çawa dîsa vegeriya?
Dîroknas û nivîskar Abdullah Yaşîn ji Rûdawê re got:
Cizîra Botan ji 1260î heta 1847an serbixwe bû. Paytext Cizîr bû, sînorê Cizîrê ji Çiyayê Artosê yê Wanê heta Şingalê berdewam bû.
Di 1478an de Akkoyuniyan Cizîr dagir kir, Mîrê Cizîrê Şerefê kurê Bedredîn û hevalên xwe yên wezîr bi tunelan re reviyan û ji Cizîrê derketin.
Wan 30 salî perwerdeya leşkeri dît. Zaroka yek salî bû 30 salî. Mîr Şeref di mihraba mizgeftê de diayek kir û got, ‘Ya rebî heke tu careke din dewleta min paytexta min Cizîrê bikî para min, ez sûra Cizîrê bi kû derê re biqetînim ez dê li wir ji te re mizgeftekê çêkim. ’
Sala 1508an şer çêbû, şerekî gelekî mezin bû. 24 Cizîrî hatin kuştin. Ji Akkoyuniyan jî gelek kes hatin kuştin.Sûra Cizîrê di vir de qetandin û ketin Cizîrê.
Ew li ser soza xwe sekinî û di 1508an de Medreseya Sor ava kir. Li Cizîrê em ji kevirên sor re dibêjin henehecir, bi wan keviran Medreseya Sor hatiye çêkirin, lewma jê re Medreseya Sor tê gotin.”
Li bin Medreseya Sor 3-4 gor hene
Lêkoler û nivîskar Xalid Sadinî jî da zanîn ku li bin beşa qubeya berevajî ya Medreseya Sor 3-4 gor hene û got:
“Gora Melayê Cizîrî, gora Mîr Îbadedînê Botî û çend gorên din jî hene em nizanin heta niha yên kê ne.
Ev medrese jî yek ji wan 5 medreseyên ku li Kurdistanê peywîra wan wekî ya zanîngehan bû.
Yek medreseya Mîr Zeynel Begê Hekarî ye, ya duyem Medreseya Îxlasiyeya Bedlîsê ye, ya sêyem Medreseya Mîr Hesenê Weliyê ya Miksê ye, ya çarem Medreseya Xîzanê ye û ya pençem jî Medreseya Mîrê Îmadiyê ango Medreseya Qubexanê ye ku gelek alim û zana ji wê medrese rabûne.
Li vê derê dersa Quranê, hedîse, şerîetê û ji bilî wan dersa matematîkê, geometrî û yên din jî hatine dayîn.
Li gel vê yekê mîrên Cizîrê perwerdeya xwe li vir dîtiye.
Ji salên 1500î heta sala 1849an Bedirxan Beg dûmahîkê ji vir hatiye nefîkirin her tim mîr, beg, axa û mezinên vê deverê di vê medrese de perwerdeya xwe kiriye.”
Cizîr berî tofanê hebûye
Li gorî dîroknas û efsaneyan, bajarê kevnar Cizîr berî tofanê jî hebûye û 7 hezar sal berî niha piştî tofanê careke din ji aliyê Nûh Eleyhîselam ve ava bûye.
Cizîr her ji wê deme heta îro jî her navendeke rewşenbîriyê bûye û Medreseya Sor jî vê yekê piştrast dike.
Girîngiya Medreseya Sor
Abdullah Yaşîn tekez kir ku Medreseya Sor ji Kurdan û Kurdistanê re gelekî girîng e û wiha domand:
“Yekem 90 El Cezeriyan li Medreseya Sor xwendiye û ew belavî dinyayê bûne. Gelekî navdar in.
Ya duyem, Dîwana zêrîn a Şêx Ehmedê Cizîrî li vir hatiye nivîsîn. Ya sêyem, Şêx Ehmedê Cizîrî bi xwe li vir e.
Ya çarem Şêx Ehmedê Xanî hatiye du sal û nîv li vir perwerdekarî kiriye.
Ji nav bajêr berhevkariya Mem û Zînê kiriye, ewil mensûr hazir kiriye û çûye Bazîdê lê heft meh şûn de dîsa vegeriyaye vir.
Tedqîq û redaksiyona Mem û Zînê kiriye û ew kiriye menzûm.”
“Medresaya Sor bi saya Melayê Cizîrî maye”
Xalid Sadinî amaje bi wê yekê kir ku Medreseya Sor bi saya Melayê Cizîrî ser pêyan maye û got:
“Gotinek heye dibêjin ‘el mekîn û bi mekîn’ wate mekan bi wan kesan xweş e ew kesên xwediyê wî mekanî bin.
Yanî cîhekî girîng ê Melayê Cizîrî di Medreseya Sor de heye.
Medreseya Sor jî xweyîtî li Melayê Cizîrî kiriye ku Melayê Cizîrî bûye Melayê Cizîrî.
Derbarê kesê ku ev medrese çêkiriye gelek helbestên Melaya Cizîrî hene.
Yek ji wan dibêje, Ey şahînşahê muezem heq nîgehtarê tebî, sûretê îna fetehna li dûr û madarê te bî… Di vê helbestê de dibêje ne tenê Tebrîz bila heta Xorosan û rexê Efxnistanê jî bikevin bin fermana te. Yanî pesnê kesê ku ev medrese çêkiriye daye.”
Medreseya ku di nav sedan salan de birîndar bûbû di 2020an de hat restorekirin û 7 meh berî niha restorasyona wê bi dawî bû.
Melayê Medreseya Sor Huseyîn Erçek jî got:
“Berî ku ez bibim melayê vir jî ez dihatim ji xwe re li vir rûdiniştim. Wekî ku civat û sohbeta me hebe. Ewqasî sebra min li vir dihat.”
Melayê Medreseya Sor Îbrahîm Bulut jî wiha got:
“Di Medreseya Sor de bila dîsa Elcezerî mezin bibin, hem Îsmaîl Ebûl-Îz El-Cezerî, hem jî Mele Ehmedê Cizîrî, li vir hem bila di mile fenî de, hem jî di mile dînî de serbilindî çêbe.”
Piştî ku dibe ji xatirxwestiyan, mifteya eşq, mitesevif û fîlozofê Kurd Melayê Cizîrî, di bin medreseyê de li bin banê qubeya berovajî hatiye definkirin.
Niha şopgerên wî bi tehsîla li medreseya wî, bi ayet, selewat û beytên ji dîwana wî, ji bo xatirê mîr û begên Kurd û ji înadê Bekoyê ewan ve wekî mizgîniyekê li Mem û Zînê hewl didin ku di şahidiya bêdengiya Mela de çanda wî careke din li Cizîrê ajero bide (zîl bide) û bibe wekî berê.