Li Rihayê du grûp pev çûn: Miriyek, 5 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sirûcê (Pirsus) ya Rihaya Bakurê Kurdistanê di navbera du grûpan de pevçûna bi çekan derket.

Di pevçûnê de kesek hat kuştin û 5 kes jî birîndar bûn.

Şevê din li ser Caddeya Mûrşîtpinarê di navbera du grûpên ku berê pirsgirêkên wan hebûn de nîqaş derket.

Paşê nîqaşa wan veguherî pevçûna bi çekan.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Di şer û pevçûna di navbera her du grûpan de 6 kes birîndar bûn.

Ji birîndaran Îsmaîl Yagmur canê xwe ji dest da.

Tîmên tenduristiyê her 5 birîndarên din bi ambûlansan birin Nexweşxaneya Dewletê ya Sirûcê.

Hat ragihandin ku polîsan bi armanca girtina kesên ku tevlî bûyerê bûne dest bi kar û xebatan kiriye.

Heta niha nayê zanîn ka çi pirsgirêk di navbera her du grûpan de hebûn û wan li ser çi şer kiriye.