Li Çewlîgê 2 qeza: 12 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê di 2 bûyerên trafîkê de 12 kes birîndar bûn.

Bûyera yekem şeva borî li ser rêya Çewlîg-Amedê çêbû.

Otomobîlên ku şofêrên wan Necmettin K. û Îbrahîm T. bûn li hev qelibîn.

Di bûyerê de her du şofêr û 6 kesên din birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambûlansan veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlîgê.

Bûyera din jî li ser rêya Çewlîg-Dara Hênê çêbû.

Otomobîla ku şofêrê Samet K. bû ji kontrolê derket û li dîwarê destê rastê yê li tenişta rê da.

Di bûyerê de şofêr û 5 kesên din birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê ew birîndar jî birin Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlîgê.

Serokatiya Trafîkê ya Rêveberiya Giştî ya Ewlehiya Tirkiyeyê, berî çend rojan amarên qezayên trafîkê yên 10 mehên sala 2023yan eşkere kiribûn.

Tenê meha îlonê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 49 hezar û 201 qeza çêbûne û di wan de 272 kesan li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye.

Di 10 mehan de jî li tevahiya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 461 hezar û 10 qeza çêbûne.

Li gorî amarên fermî, di wan bûyeran de 2 hezar û 525 kesan li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye û 300 hezar û 281 kes jî birîndar bûne.