Li Kirmaşanê xwepêşanderekî Kurd hat kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê hêzên ewlehiyê yên Îranê vê hefteyê xwepêşanderek dema ku li ser dîwar grafîtiyek dijî hikûmetê xêz dikir, gulebaran kir û kuştin.
Welatiyê Kurd Erdalan Qasimî yê 48 salî, roja Pêncşemê dema ku bi hevalekî xwe re li ser dîwarekî li herêma Taq-e Bostan a bajêr grafîtî xêz dikir, hêzên ewlekarîyê bi gule li wan reşand û herdu birîndar kirin.
Çavkaniyekî nêzîkî malbatê roja Şemiyê ji Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê (KHRN) re ragihand "Sê gule li wî ketin, yek li milê wî, yek li gurçika wî û ya din jî li ranê wî. Di dema ku xwîn jê diçû, efseran ew birin nexweşxaneya Talaqanî, lê nehiştin di cih de emeliyat li ser wî bê kirin û piştî çend saetan ji ber xwînrijiya giran jiyana xwe ji dest da." Kesê duyemîn jî li pişta xwe derb xwar û di nexweşxaneyê de rewşa wî giran e.
Qasimî xelkê bajarê Gilanexarbê yê parêzgeha Kirmaşanê bû û bi malbata wî re bi zorê peymanek hatiye îmzekirin ku tê de hatiye îdiakirin ku di dema dizîna wesayîtekê de hatiye kuştin.
Çavkaniyeke nêzikî malbatê ragihand ku “Hêzên ewlehiyê ji bo ku cenaze radestî malbatê bike 16 milyon tûmen [500 dolar] ji wan stendine.”
Ne diyar e ka hêzên ewlehiyê ew du kes derengê şevê çawa dîtin, lê Pasdar pesnê xwe bi wê yekê didin ku bi dronan çavdêriya cade û kolanên bajarên mezin li Îranê bo naskirina xwepêşanderan dike.
Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwepêşandanên li dijî hikûmetê berdewam dikin.
Li gundê Boyuran ê ser bi bajarê Serdeştê, piştî ku hêzên ewlehiyê roja Înê welatiyekî wî gundî kuştin, xelkê gund xwepêşandan kirin. Xwepêşanderên hêrsbûyî wesayîtek zêrevanên sînorî şewitandin û qereqoleke milîsên Besîc, ku beşek ji Pasdaran e, şewitandin.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan ku navenda wê li Amerîkayê ye, herî kêm 63 xwepêşander li Rojhilatê Kurdistanê hatine kuştin û hejmara giştî li seranserê Îranî gihîştiye 336 kesan, ku ji wan 52 zarok in.
Zêdetirî 15,000 kes ji aliyê ajanên wezareta îstixbaratê û îstixbarata Pasdaran, du ajansên serekî yên sîxuriyê li Îranê hatine girtin bi gelek rastî îşkenceyên tun hatine.
Tehran welatên rojavayî û herêmî yên wekî Erebistana Siûdî û Îsraîlê tawanbar kir ku li pişt xwenîşandanê ne û fermandarê Pasdaran gefa tolhildanê li wan xwar.
Wezareta Derve ya Îranê bi tundî bertek nîşanî civîna roja Şemiyê ya Serokomarê Fransa Emanuel Macron û çalakvan û rojnamevanê nerazî yê Îranî Mesih Alinejad ligel sê çalakvanên din ên mafên jinan da, ji wan jineke ciwan ji Kirmaşanê ku diya wê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve di xwepêşandanan de hatibû kuştin.
Herwiha Wezareta Derve ya Îranê di derbarê civîna bi Macron re got “Ev civîn binpêkirineke eşkere bû li hember berpirsiyariya navdewletî ya Fransa di şerê li dijî teror û tundûtûjiyê de û ev yek jî wek pêşvebirina van du diyardeyan tê dîtin.”
Wezîra Derve ya Fransayê Catherine Colonna roja Şemiyê got ku ew nîgeran in ku du welatiyên din ên Fransî ku li Îranê hatine desteserkirin ku hejmara wan gihîştiye heftan.