Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên ser bi Tirkiyê ve binpêkirinên xwe li Efrînê berdewam dikin û grûpa bi navê Polîsên Leşkerî li navçeya Cindirîsê ya Efrînê keçeke 29 salî revandin û çarenivîsa wê nediyar e.
Grûpa bi navê Polîsên Leşkerî li navçeya Cindirîsê ya Efrînê keçeke 29 salî ya bi eslê xwe xelka Colanê bi navê Ruwêda Ebdulla revandin. Çarenivîsa wê nediyar e. Ew keç ji Colanê çûye Şamê, ji Şamê çûye Efrînê, li wê derê hatiye revandin.
Partiya el Wehde ya Kurd jî di derbarê binpêkirinan de li Efrînê raportek belav kir û têde hinek kes bi nav kirin ku ji aliyê Istixbarata Tirkiyê MITê û grûpên çekdar ve hatine girtin.
Ofîsa Ragihandina el Wehde dibêje: “Çekdarên grûpa bi navê (Suqûr el-Şemal), bi rêjeya %7 bac li ser berhema zeyta zeytûnan ferz kirine.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse