ENKS sibe kongreya xwe li Qamişlo li dar dixe

13-11-2022
RÛDAW
Nîşan ENKS Kongreya ENKSê Qamişlo Rojava
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Serokatiya ENKSê ragihand, ew dê sibe 14 Mijdara 2022an 4mîn kongreya xwe li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê saz bikin.

Çaremîn kongreya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) sibe Duşembê 14ê Mijdara 2022an saet 10:00 serê sibejê li hola Zana ya bajarê Qamişlo tê lidarxistin.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, Kongreya ENKSê tenê rojekê berdewam dike û ti mêvan ji bo kongreyê nehatine vexwendin.

Ji bo beşdarbûna di kongreyê de, nûnerên encûmenên xwecihî yên ENKSê hatine hilbijartin û kesayetiyên serbixwe jî hatine destnîşankirin.

Li gorî Desteya Serokatiya ENKSê, niha 16 partiyên siyasî û Encûmena Êzdiyan û kesên serbixwe endamên Encûmena Niştimanî ya Kurdî ya li Sûriyê (ENKS) ne.

Ji sedî 51ê beşdarên di kongireyê de kesên serbixwe ne, û ji sedî 49 beşdaran jî nûnerên partiyên siyasî ne.

Kesên serbixwe jî bi rêya encûmenên xwecihî hatine hilbijartin ku ew jî 18 encûmen in.

Şepêla Azadiya Kurdistanê kongreya ENKSê boykot kiriye û beşdar nabe.

Serokê Şepêla Azadiya Kurdistanê Siyamend Haco ji Rûdwê re piştrast kir ku ew beşdarî kongreyê nabin.

Di derbarê sedemê de, Haco ji Rûdawê re eşkere kir ku wan nameyek ji serokatiya ENKSê re şandiye û têde sedemên boykotkirina kongreyê diyar kiriye.

Li gor zanyariyên ku Tora Medyayî ya Rûdawê ji çavkaniyên nêzîkî ENKSê bi dest xistine, Şepêla Azadiya Kurdistanê ji ber sedemên wek tunebûna şefafiyeta madî, rêjeya beşdarbûna kesên serbixwe di kongreyê de û ENKS rê nedaye ku kesên nikarin beşdar bibin bi riya online deng bidin, biryar daye ku kongreya çaremîn a ENKSê boykot bike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst