PAK: Em şehîdên Agirê Sînema Amûdê jibîr nakin

13-11-2021
RÛDAW
Nîşan PAK Sînemeya Amûdê Amûdê Rojavayê Kurdistanê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK)
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro 61 sal di ser Komkujiya Sînemaya Amûdê re derbas dibin û PAKê jî di daxuyaniyekê de tekez kir, “Ev bûyer di dilê her kurdekî de birîneke kûr e, em şehîdên şewata Sînemaya Amûdê jibîr nakin.”

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi boneya 61emîn salvegera Komkujiya Sînemaya Amûdê daxuyaniyek belav kir û ragihand, “Roja 13.11.1960an ji bo alîkarîya Şoreşa Cezayirê, li Rojavayê Kurdistanê rêveberên bajarê Amûdê yê rejîma Beasê li gor biryara Dewleta Sûrîyê, hemû xwendekarên dibistanên seretayî mecbûr dikin da ku biçin sînemayê li fîlmê ”Cerîmet Nisif el Leyl” (Cerîmeya Nîvê Şevê) temaşe bikin.”

PAK amaje bi wê jî dike, “Salona ku ji bo 200 kesî ye nêzîkî 500 zarokên kurdan tê de bicih dikin. Piştî ku hemû zarok dikevin hindurê sînemayê, eskerên Sûrîyê derî digrin û agir bi sînemayê dikeve. Dema ku zarok şewatê dibînin yekser berê xwe didin derîyê derketinê. Lê mixabin derî ji derve de hatine girtin û dengê zarokan û pêtên agirê sînemayê bi ax û fîgan ber bi asîmanê ve dihere.”

Di daxuyaniyê de behsa girîngiyarola Mihemedê Seîd Axayê Deqorî jî hatiye kirin û hatiye gotin, “Di vê karesatê de ku bi navê ”Agirê Sînema Amûdê” tê zanîn, 283 zarokên kurdan dişewitin. Di vê bûyerê de rola qehremanê kurd Mihemedê Seîd Axayê Deqorî pir giring e ku wî gelek zarok ji vê şewatê xelas kirine.”

PAK dibêje, “Em di 61emîn salvegera vê bûyera ku li Amûdê di dilê her kurdekî de birîneke kûr hêlaye, van şehîdên temenbiçûk bibîr tînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst