‘Hêzên Amerîkayê li Sûriyê dimînin’

Hewlêr (Rûdaw) – Balyozê berê yê Amerîkayê yê li Sûriyê, dibêje Amerîkayê nekarî opozisyona Sûriyê bike yek û niha jî nikare tiştekî bike. Balyozxaneya Amerîkayê ya li Sûriyê, di daxuyaniyekê de amaje bi hebûna gefa DAIŞê kir û got, “hêzên me li Sûriyê dimînin.”

Balyozê berê yê Amerîkayê yê li Sûriyê Robert Ford di hevpeyvîneke taybet de li gel televîzoneke Fransî behsa rewşa Sûriyê û çarenivîsa wî welatî û herwiha helwest û rola Amerîkayê kir.

Balyozê berê yê Amerîkayê yê li Sûriyê Robert Ford dibêje, Amerîka nikaribû ji sala 2011 ve opozîsyona Sûriyê bike yek û êdî niha Amerîka nikare li hemberî wan welatan tiştekî bike ku dixwazin pêwendiya xwe bi Esed re baş bikin, wê tenê rexne bike, wekî din nikare tiştekî bike.

‘Îmarat siyaseteke objektîv birêve dibe’

Ford her wiha got, %70 ji axa Sûriyê di bin kontrola Esed de ye û tekez dike ku rewşa aborî niha çawa be jî, diyar e ku di şerê Sûriyê de Beşar Esed biser ket.

Robert Ford amaje bi guherîna siyaseta Îmaratê ya li hember Sûriyê kir û tekez kir, Îmarat siyaseteke objektîv birêve dibe, li şûna guhertina Esed, dixwaze bi Esed re rewşa siyasî biguhere ji bo ku bigihijin encameke baş.

Balyozê berê yê Amerîkayê, rexne li helwest û siyaseta Amerîkayê ya derbarê Sûriyê de girtin û got, “ti tiştekî ku li Sûriyê çêbû Amerîka berpirs e, ji ber ku Amerîkayê çek da wan grûpên çekdar.”

‘Hêzên me li Sûriyê dimînin’

Li aliyê din Balyozxaneya Amerîkayê ya li Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand ku DAIŞ li ser gelê Sûriyê û berjewendiyên asayişa niştîmanî ya Amerîka gef e û hêzên wan dê li Sûriyê bimînin heta ku DAIŞ hebe.

Balyozxaneya Amerîkayê di wê daxuyaniya xwe de ku li ser hejmara xwe ya Twitterê belav kiriye, tekez dike ku Amerîka dê hêzên xwe li Sûriyê bihêle ji bo ji navbirina wê gefa DAIŞê û got, “gelên Sûriyê û Amerîkayê hêjayî parastinê ne.”