Sezgîn Tanrikulu: Helebce mezintirîn komkujiya vê erdnîgariyê ye

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê CHPê Sezgîn Tanrikulu rexne li helwesta hikûmeta Tirkiyê girtin û got, “Desthilateke ku bo êşa herî giran a Kurdan (Komkujiya Helebcê) dibêje `qaşo` çawa meseleya Kurd çareser kiriye!”

Parlamenterê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Sezgin Tanrikulu îro li avahiya partiya xwe ya li Amedê kongreyeke rojnamevaniyê saz kir û  nerazîbûn nîşanî Wezîrê Dadê Abdulhamit Gul da ku li Amedê gotibû, `me pirsa Kurd çareser kiriye`.

Sezgin Tanrkulu di beşeke zêde ya wê kongreya rojnamevaniyê de de li ser pirsa Kurd, zext û guvaşên li ser Kurdan û zimanê ku desthilata Tirkiyê û saziyên wê li dijî Kurdan bikar tînin axivî.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Abdulhamit Gul 12ê Mijdara 2021an serdana parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê kiribû û li  ser pirsa Kurd gotibû “Me ew pirs çareserkiriye û Kurdî êdî li kolanan tê axaftin û  me meselaya Kurd ji red û înkarkirinê rakir.”

Sezgin Tanrilkulu  rexne li wan gotinên Wezîrê Dadê girtin û got, “Di demên ku wezîr digot me înkarkirina Kurdan rakiriye, li Amedê hêjî helwesteke wiha heye ku bo komkujiya herî mezin a li dijî Kurdan (Komkujiya Helebcê) gotina `qaşo kommkujiyê`  bikar tîne.”

Çend roj berî niha li parêzgeha Amedê 19 siyasetmedar hatibûn desteserkirin û di dema lêkolîna wan de hêzên ewlekariyê li ser beşdarîkirina çend ji wan di bîranîna Komkujiya Helebcê de pirs ji wan  kiribûn û gotina `Qaşo Komkujî` bo wê komkujiyê bikaranîbûn.

Parlamenterê CHPê li ser bikaranîna vê gotinê bo komkijiya li dijî Kurdan jî nerazîbûn li dijî  hikûmeta Tirkiyê û saziyên wê nîşan dan û got, “Hûn çawa wiha sivkatiyê bi êşa me dikin? Desthilateke ku bo êşa herî giran a Kurdan dibêje “qaşo” çawa meseleya Kurd çareser kiriye.”

Daxuyaniya Sezgîn Tanrikulu li ser vê mijarê wiha ye:

“Lêkolîna 19 siyasetmedarên ku li Amedê hatibûn desteserkirin berdewam e. Dema Abdulhamit Gul li Amedê digot me pirsa Kurd çareserkirye û înkarkirin û redkriina li dijî wan rakiriye, bi biryara Serdozgeriya Komarê anku li avahiya Dadê ku wî serdana wê kiriye, kesên desteserkirî hebûn. Yek ji pirsên ji wan hatine kirin derbarê Komkujiya Helebceyê de bû.

Di 16yî Adara 2020an de di salvegera Komkijiya Helbçeyê de li Amedê  hatiye xwestin ku daxuyaniyek bê dayîn lê hatiye astengkirin. Li ser vê yekê Rêveberiya Ewlekariyê ji kesên desteserkirî dipirse ku ew bi 50 kesan daxuyaniyek çapemeniyê a  bi sernavê “qaşo Komkujiya Helebçeyê ” hatiye dayîn. Binêrin hevalno pirs wiha ye "qaşo Komkujiya Helebceyê. Bi rastî ez gelek aciz im.  Em wateya Komkujiya Enfalê û Helebceyê  bo Kurdên Tirkiye û cîhanê û  dîroka mirovahiyê bi başî dizanin. Di enfala ku di sala 1986an de destpêkiriye derdora  200 hezar kesan canên xwe ji dest dan û nêzîka 4 hezar û 500 gundan ji aliyê Rejîma Beesiyan ve hatin jinavbirin. A herî mezin jî di 16ê adara 1988an li Helebçeyê pêkhat ku zêdeyî 5 hezar Kurdan bi gaza Sarînê canên xwe ji dest dan.

Ev komkujiya herî mezin a vê erdnîgariyê ye. Gelek saziyên navdewletî ev komkujiî tawaneke li dijî mirovayetiyê qebûl kirin. Bi rastî di hindirê me de birîneke kûr e. Travmayeke giran e.  Di demên ku wezîr  digot me înkarkirina Kurdan rakiriye, li Amedê hêjî helwesteke wiha heye ku bo komkujiya herî mezin a li dijî Kurdan gotina “qaşo komkujiyê”  bikar tîne. “Hûn çawa wiha sivkatiyê bi êşa me dikin? Desthilateke ku bo êşa herî giran a Kurdan dibêje “qaşo” çawa meseleya Kurd çareser kiriye.”