Mela Bextiyar spasiya Nêçîrvan Barzanî kir

Hewlêr (Rûdaw) - Mela Bextiyar îro vegeriya Başûrê Kurdistanê û ragihand, “Ew a ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo min kir, tenê Mam Celal sax bûya dikaribû bikira.”

Endamê Encûmena Siyasî û Berjewendiyên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Mela Bextiyar, piştî sê hefteyên wergirtina çareseriyê ji ber jehrîbûnê, îro, 13/11/2021, ji Almanya vegeriya Başûrê Kurdistanê û li Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê ji aliyê heval, endam û alîgirên YNKê ve bi girseyî hat pêşwazîkirin.

Mela Bextiyar li Firokexaneya Silêmaniyê, kongreyeke rojnamevanî saz kir û spasiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û got, ya ku Nêçîrvan Barzanî jê re kir, dibe ku tenê Mam Celal jê re kiriba.

Mela Bextiyar tekez kir ku weke berê dimîne, helwest û bîrûbûçûnan nagûhere û soz dike ku, ew dê li hember “gendeliyê” rawest e û piştevaniya xelkê “nerazî” bike û li ser rexneyên xwe yên li “karên xerab” berdewam be.

Mela Bextiyar tekez jî kir ku divê ew, Herêma Kurdistanê “wek bibîka çavê xwe” biparêzin.

 

 

Herwiha Mela Bextiyar jibilî Serokê Herêma Kurdistanê, spasiya Şahê Urdinê û hemû “kesên dilsoz” kir û got, ew wê yekê ti caran jibîr nake.

Di beşeke din a axaftina xwe de Mela Bextiyar, dibêje, ez salên berê çawa bûm, her wisa dimînim ş ti kes bila li benda guherîna helwesta min nebe.”

Endamê Encûmena Siyasî û Berjewendiyên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Mela Bextiyar herwiha got jî, hilbijartinan derxist ka xelkê çi divê û hin “serkirdeyên nezan” yên siyasî çawa fikir dikin.

Li ser rewşa tendirustiya xwe jî Mela Bextiyar, tekez kir ku tendirustya wî baş e û eşkere kir ku ew dl sibe li ser gora Mam Celal konferanseke rojnamevaniyê saz bike û bersiva pirsên rojnamevan û xelkê bide.

 

 

Pisporê kîmyayî Dr. Serdar Nûrî ji Rûdawê re ragihandibû, ji wê madeya ku Mela Bextiyar pê hatiye jehrîkirin tê gotin, cîwe û çend karîgeriyên neyînî li ser mirov dihêle. Serdar Nûrî gotibû, “Karîgerî li ser hemû sîstema laş heye, xewê direvîne, pîst diguhere û nefeswergirtinê tund dike, lê ev dikeve ser wê rêjeya hatiye wergirtin.”

Mela Bextiyar roja 20ê Cotmehê Herêma Kurdistanê bicî hiştibû û li nexweşxaneyeke Almanyayê çareserî werdigirt.

Mijara jehrîkirina berpirsên YNKê piştî bûyerên 8ê Tîrmehê, bûye rojev, taybet jî piştî ku Hevserokê YNKê Bafil Talebanî got, belgeyên wî hene ku hevserokê din ê partiyê Lahûr Şêx Cengî ew jehrî kiriye û gotibû, ew dê belgeyan jî eşkere bike.