Hewlêr (Rûdaw) – Termê koçberekî Kurd ê ji Zaxoyê ku li Sirbistanê xeniqîbû, îro Înê bo Başûrê Kurdistanê tê vegerandin û dê li goristaneke Zaxoyê bi axê bê spartin.
Aras Selîm, ciwanekî 24 salî û xelkê qezaya Zaxo ya ser bi parêzgeha Duhokê ve bû, ku 20 roj beriya çûna ber bi Ewropayê ve zewicîbû. Aras Selîm bo dema 20 rojan li Stenbolê dimîne, paşê li gel sê hevalên xwe hewl didin xwe bigihînin Yunanê.
Piştî ku digihin Yunanê, hevalên wî ji aliyê hikûmeta Yunanê ve tên dîportkirin, lê Aras li wê derê dimîne. Aras Selîm li Yunanê jî cih nagire û li gel çend kesên din hewl dide xwe bigihîne welatên rojavayê Ewropayê, lê belê di rê de li Sirbistanê dixeniqe û termê wî winda dibe.
Piştî ku kesûkarên wî agahdar dibin ku Aras xeniqiye û termê wî jî bêserûşûn e, çend xizmên wî diçin Sirbistanê û hewla dîtina cenazeyê ciwanê xwe didin. Di destpêka Mijdarê de polîsê Sirbistanê peywendî bi kesûkarên Aras ve dike û wan agahdar dike, ku termê Aras hatiye dîtin.
Piştî ku termê Arasê 24 salî li Sirbistanê tê dîtin, kesûkarên wî li Kurdistanê û li Ewropayê hewl didin ku termê wî vegerînin Başûrê Kurdistanê û b hewldanên wan termê wî ciwanê Kurd îro Înê 13ê Mijdara 2020 gihîşt Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê.
Biryar e piştî rêkarên yasayî û tendirustî yên pêwîst, termê wî ciwanê bo warê wî li qezaya Zaxoyê bê birêkirin û li goristaneke Zaxoyê bi axê bê spartin.
Li gor amarên fermî yên Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Kurdistanê, ji destpêka îsal ve heta niha zêdetirî 30 ciwanên xelkê Herêma Kurdistanê li derveyî Kurdistanê bi bûyerên cuda jiyana xwe ji dest dane.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse