Galeriya wêneyan

13-11-2020
16 Photos

Rûdaw

Navenda Hevahengî û Rêveberiya Daristanan a li parêzgeha Ruhayê ya Bakurê Kurdistanê ya ser bi hikûmeta Tirkiyê ve, 600 darên Xurme û Sinober li herdu navçeyên Girê Spî û Serê Kaniyê yên Rojavayê Kurdistanê çandin.

Parêzgarê Ruhayê Abdullah Erîn û Cîgirê wî Oguzhan Erdî Atak û Serokê Encûmena Xwecihî ya Girê Spî yê ser bi opozisyona Sûriyê ve Wail Hemdo di merasima çandina daran de beşdar bûn.

Çandina daran li wan herdu navçeyan di çarçoveya kempîneke hikûmeta Tirkiyê de bo darçandinê li navçeya operasyona Kaniya Aştiyê hatiye pêkanîn.

Li gor ajansa fermî ya dewleta Tirkiyê, biryar e di çarçoveya wê kempînê de zêdetirî 10,000 dar li Girê Spî û Serê Kaniyê bêne çandin.

Herdu navçeyên Girê Spî û Serê Kaniyê di 9ê Cotmeha 2019an de û di operasyona Tirkiyê ya bi navê Kaniya Aştiyê ji destê hêzên Kurdî hatibûne derxistin û kontrola wan navçeyan niha di destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê de ye.

Di 17ê Cotmeha 2019an de, piştî rêkeftina Enqere û Washingtonê, artêşa Tirkiyê êrîşên xwe li ser Rojavayê Kurdistanê dabû rawestandin, piştre Tirkiyê û Rûsyayê jî di 22ê heman mehê de rêkeftinek ji bo rawestandina êrîşên artêşa Tirkiyê îmze kiribûn.