Li ser rêya Erdîş-Wanê mînîbusek wergeriya: 2 mirî û 22 birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) – Li ser rêya Erdîş-Wanê mînîbusek ku koçber têde bûne,qulubî û li gor agahiyên destpêkê di bûyerê de 2 kesan canê xwe ji dest dane û 22 kes jî birîndar in.

Li gor ajansa fermî ya dewleta Tirkiyê, ew mînîbus ji navçeya Tuşba ya ser bi parêzgeha Wanê ve birêketibû û li ser rêya Erdîş-Wanê wergeriyaye.

Heman çavkaniyê diyar kiriye, ku di bûyerê de 2 kesan canê xwe ji dest dane û 22 kes jî birîndar in.

Piştî bûyerê hejmarek zêde ya ambulansan bo cihê bûyerê hatin şandin û birîndar bo nexweşxaneyên bajarê Wanê hatin veguhastin.

Tê gotin, ku rewşa tendirustiya hejmarek ji birîndaran nebaş e û birînên wan giran in.

Heta niha ti daxuyaniyeke fermî li ser wê bûyerê nehatiye dan, herwiha nasnameya koçberan jî nehatiye aşkerekirin, ka xelkê çi welatekî ne.