Li Kobanî gelek projeyên xizmetguzarî cibicî dibin

Hewlêr (Rûdaw) - Bicihkirina projeyên Rêveberiya Xwecihî û Jîngehê li Herêma Kobanî, yên ji bo avedankirina jêrxaneya bingehîn ya bajarê Kobanî berdewam in.

Yek ji wan projeyan jî, sergirtina kolana Tilel e, ku li ser hêvî û daxwaza xelkê, ew proje ketiye warê cîbicîkirinê û mebest jî jê, parastina kelûpelên xelkê ji ba û serma, berf û barana zivistanê, toz û kûlik û germahiya Havînê ye. 

Mihemed Xan Mihemed, Cîgirê Hevserokê Şarederiya Kobanî dibêje, “Me li ser daxwaza xelkê dest bi vê projeyê kir.”

Hemwelatiyên bajarê Kobanî, bi plana û cîbicîkirina projeyên çakirin û sergirtina kolanan kêfxweşin, lê ew dibêjin ku hîn jî gelek kolan hene, ku pêwistiya wan bi çakirin û pakirinê hene, ji ber ku di zivistanê û bi barîna baranan re, zemîn û xaka li nav hin kolanan, dibe wekî çokolata.

Hemwelatiyê bi navê Elî Kobanî dibêje, “Em kêfxweş in bi cîbicîkirina van projeyan, em spasiya Şaredariya Kobanî dikin.”

Herweha yek ji projeyên şarederî û Rêveberiya Xwecihî û Jîngehê li Herêma Kobanî, kevirkirina hin kolanan bi kevirên Enterlûk, li şûna qîrkirinê ye, wekî kolanên Tilel, Berîd û Mast, û kolanên Mihetê û Diktoran in, û 27 hezar û 100 dolar, tenê têçûya kolana Mast û Berîdê ye.

Mistefa Bedirxan, Endeziyarê Şarederiya Kobanî dibêje, “Me îro dest danîna keviran û 27 hezar û 100 dolar têçûya projeyê ye.”

Di encama şerê DAIŞê yê 4 mehan li nav bajarê Kobanî, di salên 2014 û 2015an de, piraniya jêrxaneya bajarê Kobanî, ji hêlên kehrebê, telîfonê, avrêjê û zemîna kolanan têk çûbû, û zerer ziyaneke mezin gihiştibû mal û milkê xelkê, û ti mal û saziyên Kobanî bê ziyan nemabûn.