Malbata zarokekî 15 salî bang li HSDê kir: Zarokê me vegerînin

13-11-2020
Muhenned Îbrahîm
Salar Xelîfê 15 salî ev 7 roj e ji malê dûr ketiye
Salar Xelîfê 15 salî ev 7 roj e ji malê dûr ketiye
Nîşan Salar Xelîfê Rojaavayê Kurdistanê HSD Mezlûm Kobanî
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) - Malbata Salar Xelîfê 15 salî ku ev 7 roj e ji malê dûr ketiye, li bendê ne zarokê wan bê vegerandin. Bavê wî jî bang li HSDê dike ku ew zarok bê vegerandin.

Li gorî malbata Salar ku ji gundê Sîha ya ser bi navçeya Tirbesipiyê ve ne, ew xwendekarê refa 10 e û nexweş e, malbat dibêjin “Ciwanên Şoreşger” ew derbasî perwerdê kirine û red dikin wî zarokî  vegerînin bo bav û dayika wî.

Xelîfê Xelîfê, bavê Salar dibêje, “Kurê min li cem “Ciwanên Şoreşger” e, roja Duşemê bi me re civiyan û gotin kurê we ne piçûke me jî got biryarek heye û kurê me zarok e, hevalê Mazlûm (Kobanî) li ser wê rêkeftin îmze kirye, kêmî 18 salî wê vegere mal, wan ji me re gotin dengê xwe bigihênin hevalê Mezlûm vaye ez dengê xwe dighênim heval Mezlum, zarok kêmî 18 salan ji mala xwe derkevi û bi gihê je we tiştekî şaş e, mafê mirovan û yê zarokan heye dikarin radestî wan bikin.”

Celîla Xelîfê, dayika Salar diyar dike, “Kurê min biçûk e temenê wî 15 sal e, nexweş e, zû bi zû çênabe, lawê me yê mezin e û bi bavê xwe re baş bû, kes nema dikare bi zarokê xwe re bixeyide ji ber wê tevlî hevalan bibe, ez dinêrim ew gav şaş e.”

Rêveberiya Xweser di Tebaxa 2020an ofîsa “Parastina Zarokan” di şer û çengê de damezrand û li rêveberiyên xwecihî ofîs hatin vekirin, li gel hemahengiya bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re zêdeyî 8 zarok vegerandin, tevî van rêkaran jî rê li ber tevlîbûna zarokan bi giştî nehatiye girtin.

Xalid Cebir, Endamê Ofîsa Parastina Zarokan li Hesekê dibêje, “Têkîliya Ofîsa Giştî ya Parastina Zarokan bi UNICEF û NY re heye. Heya neha hejmarek ji dozan hatiya ofîsa Hesekê, zarokên tevlî dibin tên radestîkirin ji bo me, ta niha ji ber karê me di destpêkê de ye me tenê 2 zarok vegerandine.”

Fermandarê Giştî yê HSDê Genral Mezlum Kobanî di Hezîrana 2019an de li gel Şaxê Parastina Zarokan a Netewên Yekgirtî rêkeftin îmze kir û biryara rawestandina tevlîbûna ciwanên jêr 18 salî da, lê ew yek car caran tê şikandin û zarok dibin leşker.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst