Zarokekî Kurdê Êzidî piştî 6 salan radestî mamê wî hat kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ragihand, şandeke bilind a wê wezaretê li Tirkiyê ye û di çarçova wê serdanê de zarokekî Kurdê Êzidî radestî kesûkarên wî hatiye kirin.

Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê Elî Ebas, ji Rûdawê re ragihand, şandeke bilind bi serokatiya Wezîrê Koç û Koçberan Îvan Fayeq li Tirkiyê ye bi mebesta vegerandina koçberên Iraqî yên li Tirkiyê.

Li gor zanyariyên Elî Ebas, di çarçova xebat û hevdîtinên wê şandê de, duh, 12.11.2020, zarokekî Kurd ê Êzidî yê bi navê Barzan Îbrahîmî radestî mamê wî hat kirin.

Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê got jî, “Di dema êrişa DAIŞê de bo ser Şingal û derdora wê, Barzan Îbrahîmî temenê wî 2 sal bû û di êrişê de dayik û bavê wî hatin kuştin. Malbateke Erebên Telefer ew li xwe girt û li gel xwe birin bo Tirkiyê û bo dema 6 salan li gel wan bûye.”

Elî Ebas got jî, “Tîma wezareta me li balyozxaneya Tirkiyê bo dema salek e kar li ser çarenivîsa wî zarokî dike û piştî pişkinîna pizîşkî, kesûkarên wî zarokî hatin dîtin û li konsulxanyê radestî wan hat kirin”

Derbarê armanca serdana wê şandê bo Tirkiyê, Ebas got, “şand ji bo rêkxistina vegerandina koçberên Iraqî  çûye Tirkiyê û îro (12.11.2020) 193 kes ji wan koçberan bi rêya otobusên wezaretê bo welat hatin vegerandin. Heta niha zêdetir ji 8,000 koçberên Iraqî ji Tirkiyê bo welat hatine vegerandin.”