Li Herêma Kurdistanê nêzîkî 14 hezar kes bûne qurbaniyê mîn û teqemeniyan

13-11-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Dezgeha Karûbarê Mînan li Herêma Kurdistanê, Cebar Mistefa ji Rûdawê re ragihand, ji sala 1991 ve heta niha li Herêma Kurdistanê nêzîkî 14 hezar kes bûne qurbaniyê mîn û teqemeniyan, ku hejmarek ji wan endamekî xwe ji dest dane û bûne kesên xwedî pêdiviyên taybet û hejmarek kes jî canê xwe ji dest dane.

Rêveberê Giştî yê Karûbarên Mînan, Şaxa Hewlêrê, Cemal Celal jî ji Rûdawê re got, “ji sala 1991an ve tenê li sînorê parêzgeha Hewlêrê 3,760 kes bi sedema teqîna mînan bûne qurbanî, ji wê hejmarê jî 2,007 kes birîndar bûne û hezar û heftsed û pencî û sê kes jî jiyana xwe ji dest dane.”

Cemal Celal herwiha diyar kir, niha tenê li sînorê parêzgeha Hewlêrê, rûberê erda ku hatiye mînrêjkirin, bi zêdetir ji 50 milyon metrên çarguşe tê texmînkirin, ku pêştir ew rûber 333 milyon metrên çarguşe bû.

Celal tekez kir, “her sal em rûbereke bi qasî nîv milyon metrên çarguşe ji mînan paqij dikin û îsa û di çend mehên derbasbûyî de, nêzîkî hezar mîn û teqemenî hatine jinavbirin.”

Rêveberê Giştî yê Karûbarên Mînan, Şaxa Hewlêrê herwiha dibêje, Corona û qeyrana darayiyê bandoreke mezin li ser pêkanîna karên wan hebûye û destnîşan dike, “me nekariye îsal weke pêwîst kar ji bo paqijkirina erdên mînrêjkirî bikin.”

Belavbûna vîrusa Coronayê bûye sedema rawestandina karên taybet bi pûçkirina mînan li çendîn welatên cîhanê û herwiha bûye sedema kêmbûna xizmetguzariyên taybet bi birîndarên mîn û teqemeniyan.

Rêxistina “Çavdêriya Mîn” di raportekê de dibêje, sala bihorî bi sedema mînan û teqemeniyan 2,170 kes li 55 welatên cîhanê jiyana xwe ji dest dane û 3,384 kes jî birîndar bûne.

Li gor heman raportê, “hejmara kuştî û birîdnarên teqînên mîn û teqemeniyên din di sala 2019 de li gor sala 2018 daketiye, çimku di 2018 de 6,897 kes bûne qurbaniyê mîn û teqemeniyan.”

Heman rêxistinê amaje bi wê yekê kiriye, ku hejmara bilind a qurbaniyên mînan ji ber wê yekê ye, ku li gelek welatên cîhanê yên weke Efxanistan, Kolombiya, Hindistan, Pakistan, Lîbya û Miyanmar û Lîbyayê şer û pevçûn berdewam in.

Raporta rêxistina “Çavdêriya Mîn”ê amaje bi wê yekê jî dike, ku piraniya qurbaniyên teqîna mînan li cîhanê, welatiyên sivîl bûne û 1,562 kes ji wan temenê wan li jêr 18 saliyê bûye.

Li aliyekê din sala bihorî 156 kîlometrên çarguşe erd li cîhanê ji mînan hatiye paqijkirin ku piraniya wê jî li Iraq, Efxanistan, Kambudiya û Kurwatiyayê bûye û zêdeyî 123,000 mîna li wan welatan hatine jinavbirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst