Şervanekî Suryanî canê xwe ji dest da û 3 şervan jî dîl hatin girtin

13-11-2019
RÛDAW
Nîşan Çarenivîsa Rojava Rojavayê Kurdistanê Meclisa Leşkerî ya Suryanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Meclisa Leşkerî ya Suryanî li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku li herêma Til Temirê şervanekî wan ji ber êrişên çekdarên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê canê xwe ji dest da û herwiha 3 şervanên wan jî dîl hatine girtin.

Meclisa Leşkerî ya Suryanî têkildarî şer û pevçûnên li herêma Serê Kanî û Til Temirê daxuyanî da û têde ragihand ku  êriş û pevçûn li devera rojhilat û başûrê Serêkaniyê gur dibin, her wiha li herêma Xabûrê jî bi taybet, ku êriş bêtir li xeta gundên Mehmûdiyê û Rîhaniyê ne.

Li gor daxuyaniya Meclisa Leşkerî ya Suryanî balefirên Tirkiyê ranawestin û hêzên wan armanc digire û êrişên artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûrî tevî ragihandina agirbestê berdewam in.

Meclisa Leşkerî ya Suryanî û ji bo parastina herêmê li hember êrişên Tirkiyeyê, tevlî çalakiyên leşkerî bûye û li xeta herêma Xabûrê ji 3ê Mijdarê ve ciheyê xwe girtiye.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Heta niha jî hêzên me jî bo parastinê li eniyên Xabûrê ne û di rewşa parastinê de ne. Di van şeran da, komek ji şervanên me yên li gundê Rîhanîyê bi cî bûne, arasteyî êrîşên tund ji aliyê hêzên tundrawn ên bi Tirkiyeyê ve girêdayî hatine, di encama wê de, şervanekî me giha asta şehadetê û 3 din dîl hatin girtin û em dê di demeke nêzîk de navên wan ragihînin.”

Meclisa Leşkerî ya Suryanî herwiha bang li civaka navnetewî bi taybet Amerîk û Rûsyayê dike ku fişarê li Tirkiyeyê bikin ku pabendî hevpeymanan bibe da ku êrîşa xwe ya leşkerî rawestîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst