Ahmet Turk bo nexweşxaneyê hat rakirin

Hewlêr (Rûdaw) - Ahmet Turk îşev dê li nexweşxaneyê di bin kontrolê de bimîne.

Li gor zanyariyan Ahmet Turk ku berî niha neştergeriya çav bûbû, îro li Enqereya paytexta Tirkiyê ji ber aciziya çavên xwe bo nexweşxaneyê hat rakirin.

Li nexweşxaneyê piştî kontrolan biryar hat dayîn ku Ahmet Turk îşev di bin pişkinîn û çavdêriya pîzişkan de bimîne.

Herwiha hat zanîn ku tenduristiya Ahmet Turk niha baş e.

Ahmet Turk ku di hilbijartinên 31ê Adarê de weke şaredarê bajarê Mêrdînê hatibû hilbijartin, lêbelê 19ê Tebaxê bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bi tohmeta, ‘alîkariya rêxistinê’ ji kar hatibû dûr xistin û li cihê wî qeyûm hatibû danîn.