HDP: Piştî danîna qeyûman gendelî zêde bûne

13-11-2018
Mehdî Mutlu
Mehdî Mutlu
Wezareta Naxwe ya Tirkiyeyê erkên birêvebirina 94 şaredariyên DBPê radestê qayûman kirî ye
Wezareta Naxwe ya Tirkiyeyê erkên birêvebirina 94 şaredariyên DBPê radestê qayûman kirî ye
Nîşan HDP Qeyûm AK Partî DBP
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Piştî rapora dadgeha bilind a çavdêriya lêçûnên dewletê ya Tirkiyê ya di derbareyê xercên şaredariyên wek Mêrdîn, Dêrsim, Amed, Wan, Şirnex, Agiriyê de nîqaşên di navbera partiyên opozîsyonê û hikûmetê de her diçe zêdêtir dibe.

 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û çend partiyên opozîsyonê idîa dikin ku di van raporan de gendeliyên van şaredariyan eşkere bûne; lê AK Partî pê bawer e ku ev êrîş beşek ji bangeşeya hilbijartinan e.


Derbarê vê mijarê de Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Şaxa Amedê Îbrahîm Çîçek ji Rûdawê re wiha got: “Dibêjin ku qayûmên me gelek baş kar dikin; heke pîvana başkarkirinê dizî û talan be bi rastî ew vê karê gelek baş dikin; piştî ku me van şaredariyên xwe bi dest xist emê hemû karên wan yên qirêj eşkere bikin.”


Xalên deryasayiyên di raporên dadgeha bilind de her çend ji aliyê partiyên opozîsyonê ve wek  delîlên gendeliyê jî werine pênasekirin li ser pirsyarnameya HDPê Hukumeta Tirkiyeyê bi daxuyanîyeke Wezareta Karê Navxwe ragihannd ku şîrovekirina vê raporê wek gendelî ne rast e; Wezaretê di daxuyanîyê de eşker kir ku hîn lêçûnên xizmetguzariyê di dema wê de nehatine tomarkirin û kêşe ji vê yekê ye.


Serokê AK Partiyê yê Şaxa Amedê jî dibêje ku heta niha ji 7 milyar lîre ango milyar û 300 milyon dolar xizmetguzarî bi destê qayûman hatiye kirin û herwisa qayûm piştî hatine ser kar  691 milyon tl ango 125 milyon dolar deynên şaredariyên DBPê paqijkirine.


Serokê AK Partiyê yê Şaxa Amedê Suleyman Serdar Bûdak jî wiha axifî: “Bi rastî her dîroka hilbijartinê nêz dibe em çaverêtiya van êrîşan dikin; li ser vê babetê wezareta me daxuyaniya ku hewce bû kir û hemû amar û data li ber çavên xelkê ne û herwiha xelk dibîne ku van qayûman çend karên baş kirine gotin ne hewce ye."


Wezareta Naxwe ya Tirkiyeyê ji mijdara sala 2016an heta îro erkên birêvebirina 94 şaredariyên DBPê radestê qayûman kirî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst