Tirkiyê firokeyeke alîkariya mirovî şand Kurdistanê

13-11-2017
RÛDAW
Nîşan Erdhej Kirmanşan Rojhilat Başûr Kurdistanê Tirkiye AFAD Firoke Alîkarî
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Piştî erdheja li Kurdistanê ku mezinahiya wê 7,2 ye, bi kordînasyona Serokatiya Birêvebirina Rewşa Afet û Acilê ya Serokwezîriyê (AFAD) ekîba lêgerîn û xelaskirinê û yekeya midaxeleya medîkal bi firokeya kargoyê ya leşkerî ji Enqereyê rabû ku here Silêmaniyê.

 

Demijêr 09-11ê şeva derbasbûyî 12-11-2017, li Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê û Helebceya Başûrê Kurdistanê erdhejeke bi hêz çêbû.  Li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê zêdetirî 215 kesan canê xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûne.




Serokê AFADê Mehmet Gulluoglu li Balafirgeha Leşkerî ya Etîmesgutê daxuyanî da û got ku ew ê bi 60 çadir, 320 betanî, 2 wesayît û 25 personelan va herin herêma erdhejê, heke rewşa hewayê guncan be ew ê li Balafirgeha Silêmaniyê daynin.


Gulluoglu destnîşan kir, hin ekîb jî bi rêbejê ve têne Herêma Kurdistanê û ew bi hikûmeta navendî ya Iraqê û bi Heyva Sor a Iraqê re di nav kordînasyonê de ne, wan li ser daxwazan hereket kir.




Gulluoglu daxuyand ku li Rojhilatê Kurdistanî jî mirov mirine û birîndar in, lê heta niha daxwazeke alîkariyê ji wan nehatiye kirin, wan bi rêya Wezareta Karên Derva ve jî ji berpirsên Îranê re ragihand ku ew dikarin alîkariyê bidin wan.


Timên AFADê bi tiran alavên alîkariyê birin 11emîn Fermandariya Balafirgeha Leşekrî ya li Etîmesgutê, wesayîtên ku dê di xebata lêgerîn û xelaskirinê de jî werin bikaranîn, li firokeya veguhestinê  ya Airbus A400Myê hatin barkirin.




Firokeya veguestinê ya leşkerî di saet 09.25an de bi rê ket ku biçe Silêmaniyeyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst