Galeriya wêneyan

13-11-2017
12 Photos
RÛDAW

Merîwan (Rûdaw) – Ji ber erdhejê, welatiyên li bajarê Merîwana Rojhilatê Kurdistanê weke xelkê bajarên din ên Kurdistanê derketine derveyî malên xwe û heta derengê şevê li ser cadeyan mane.

 

Duh bi şev 12ê Mijdara 2017an erdhejeke bihêz li her çar parçeyên Kurdistanê û çed welatên derdora wê qewimî. Li gor navendên jeolojî yên Amerîka, Îran û Rêveberiya Keşnasî û Erdhejê ya Herêma Kurdistanê, navenda erdhejê navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê (Helebce û Kirmaşan) bûye, pileya hêza erdhejê jî navbera 7 û 7.6 pile bûye.

 

Li gor daxuyaniyên Îranê, ji ber erdhejê li Rojhilatê Kurdistanê 387 kesan canê xwe ji dest dane û  6 hezar û 660 kes jî birîndar bûne û piraniya qurbaniyan jî xelkê parêzgeha Kirmaşan in.