Jinên Mûşê amadekariyên zivistanê dikin

13-11-2016
RÛDAW
Nîşan Mûs Xwarin Zivistan
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Jinên bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê beriya barîna berfê amadekariyan xwe dikin û xwarinên zivistanê çê dikin.

Jinên Mûşê qûşxaneyên mezin danîn  danîn li ser agir, kelem tê de kelandin ku paşê pê van keleman ve tirşî û ebraxa çêbikin.

Emîne Karakayaya ku li gundê Baglara girêdayî navenda Mûşê dijî got ku wan dest bi çêkirina xwarin û xurekên zivistanê kiriye.

Karakay anî ziman ku zivistanê herî zêde ebraxên kelemiyan tên çêkirin û wiha domand:

"Em kelemiyann zer dikin, dixin bîdonan û li cihên sar vedişêrin. Zivistanê em ebraxên bigoşt û bisîr çêdikin. Hema bibêje du rojan carekê li her malê ev xwarin tê çêkirin.”

Herwiha Emine Karakaya diyar kir ku ew wan kelemiyan ji mirovên xwe yên ku li Enqere, Îzmir, Stenbol û bajarên din dijîn re jî dişînin û got, kelemiyên wan xweş in û ji bo gelek nexweşiyan şifa ne. (AA)

 

 

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst