OPERASYONA ŞINGALÊ - BÎLANÇO: 300 kuştî – 200 KM!

Şingal (Rûdaw) – Li gor agahiyên Rûdawê operasyona rizgarkirina Şingalê %100 hat bicihanîn û 200 km axa Başûrê Kurdistanê ji dest DAIŞê hat derxistin.

 

Peyamnêrê Rûdawê li Şingalê Hêvîdar Ehmed ragihand: “Li gor çavkaniyên leşkerî yên pêşmerge, operasyona Şingalê bi awayeke %100 hatiye bicihanîn û armancê operasyonê pêk hatine.”

 

Hêvîdar Ehmed got: “Li gor agahiyan, di operasyona hêzên pêşmerge bo rizgarkirina Şingalê de jibilî bajarê Şingalê, 28 gundên derdora Şingalê jî hatin rizgarkirin.”

 

Peyamnêrê me herwiha da xuyakirin: “Di heyama du rojên operasyonê de bi qasî 200 km ji axa Herêma Kurdistanê ji destê çekdarên DAIŞê hatiye derxistin.”

 

Peyamnêrê me tekez kir: “Ji destpêka operasyonê ve heya niha 300 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û termên wan li ber destên hêzên pêşmerge ne.”

 

Hêzên pêşmerge duh pênşemî 12ê Mijdarê dest bi operasyona rizgarkirina Şingalê kir. Operasyon bi serpireştiya rasterast a Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hat destpêkirin.

 

Îro di duyemîn roja operasyonê de, berî nîvro Şingal bi timamî ji aliyê hêzên pêşmerge ve hat rizgarkirin û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di konfranseke rojnamevanî de li ser çiyayê Şingalê rizgarkirina Şingalê îlan kir.