‘PYD dixwaze şehîdên Rojava bi bêdengî werin veşartin’

13-11-2015
Mihyedîn Hisên
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) - Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ragihand ku Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) astengiyan derdixe daku cenazeyên şehîdên pêşmergeyên Rojava bi bêdengî werin veşartin.

 

Serokê Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê Îbrahîm Biro ji Rûdawê re ragihand ku ji ber ku asayişa PYDê astengî ji wan re derxistin, wan merasîma veşartina cenazeyên herdu şehîdên pêşmergeyên Rojava ku duh di şerê kontrolkirina Şengalê de şehîd bibûn bipaş xist.

 

Serokê ENKSê herwiha anî ziman ku asayişa PYDê li Tirbespiyê ji karwana bi cenazeyan re astengî derxistin û xwestin ku hin xortan bibin leşkeriya bi zorê.

 

Biro behsa wê yekê jî kir ku, armanca PYDê ji derxistina astengiyan ew e ku pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê bi bêdengî werin veşartin lê got ku ewê sibe saet 10.00ê li Qamişlo şehîdên xwe bi merasîmeke mezin bi axê bispêrin.

 

Di şerê duh ê kontrolkirina Şingalê de herdu pêşmergeyên Rojava bi navên Ehmed bozan Qiço û Şêrzad Mesûm Mihemed şehîd bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst