Agirê “Sînema Amûdê” hêj dilê kurdan dişewitîne

13-11-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Navenda Nûçeyan- Îro di dîroka gelê kurd de, yek ji rojên herî bi êş e, ya 54mîn salvegera şewata Sînema Amûdê ye.

Di 13ê mijdara sala 1960 de, ji bo alîkariya "Şoreşa Cezayirê", wê rojê, rêveberê nahiya Amûdê hemû şagirtên dibistanên seretayî yên bajêr mecbûr kirin biçin sînemeyê.

Li Amûdê ya Rojavayê Kurdistanê bi sedan zarokan kurd berê xwe dane sînema bajêr ya tenha da ku li filmekî li ser şoreşa Cezayirê temaşe bikin.

Dahata çûna Sînemayê dê ji bo alîkariya şoreşa Cezayirê bihatiba şandin.

Ji ber ku sînema biçûk bû û têra hemû şagirtan nedikir, 2-3 caran fîlm hatine dubarekirin.

Cara dawî, hemû zarok xistin hundirê wê.

Ne kêmî 400 zarokan, piraniya wan şagirtên pola 1ê heta 5 bûn û cara pêşî bû ku di jiyana xwe de diçûn sînemayê.

Ji beriya 54 salan Sînemaya bajêr şewitî û di encama şewata de, 283 zarokên kurd ên diçûn dibistanê jiyana xwe ji dest dan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst