53yemîn salvegera Şewata Sînemaya Amûdê
Hewlêr (Rûdaw)- Di 13ê mijdara sala 1960 de, karesatek li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê qewimî. Sînemaya bajêr şewitî û di nav de zêdetirî 280 zarokên Kurd jiyana xwe ji dest dan.
Gotina “sînemaya Amûdê” di hişê gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê û li cem Kurdên perçeyên din ên Kurdistanê jî, heta ew hebin, bi şewata zarokan ve hatiye grêdan.
Di 13ê mijdara sala 1960 de, Ji bo alîkariya “şoreşa Cezayirê”, wê rojê, rêveberê nahiyeyê hemû şagirtên dibistanên seretayî yên bajêr mecbûrî çûna sînemeyê kirin û gotibû ku wê dahatê dîtina fîlmên sînemayê wek alîkarî ji bo şoreşa Cezayirê biçe.
Endamê Polîtbîroya Partiya Yekîtî ya Kurd Seidedîn Mela ku yek ji wan zarokên ku ji şewata Amûdê filitî bû, derbarê bûyerê de wiha nivîsandiye: “Ji ber ku sînema biçûk bû û besî hemû şagirtan nedikir, ew 2-3 caran li ser hev bikar anîn. Cara dawî, du carî zêdeyî kapasîtêta sînemayê, zarok xistin hundirê wê. Ne kêmî 400 zarokan, piraniya wan şagirtên salên yekê ta pêncan bûn û cara pêşî bû ku di jiyana xwe de diçûn sînemayê”.
Seidedîn Mela herwiha dibêje “Wan nizanîbû çend derî yên sînemayê hene yan jî li kû ne. Derî jî, yek li bakur û yek li başûr, teng bûn û bi aliyê hundir ve vedibûn. Pencere tune bûn û dîwar bi cawekî boyaxkirî seranser kiraskirî bû. Piştî piraniya fîlmê “Tawanbariyek di nîvê şevê de” derbas bû, agir bi odeya motor ket û zû bi deriyê nêzîk û textên dora xwe jî ket û li cawê ser dîwaran belav bû”.
Mela ku niha li Swêdê dijî di berdewamiya nivîsandina xwe de wiha diyar dike “Zarokên nezîkî deriyan bûn, derketibûn derve, lê heta hingê zarok behetî mabûn û her bêdengiyê hundir girtibû. Kesî nedikir hawar û her yekî bi aliyekî ve bazdida. Li ber herdu deriyan, zarok wek stokan ketibûn ser hev û yekî bi dawa yê din digirt û dikişkişand, ji bo bikaribe bi xwe hilperike koma zarokan û xwe di ser re bavêje derve. Gelek bi vî awayî fetisîn an ketin bîra li ber pencereyê. Keftelepta zarokên din bû û bi tirs vir de û wir de baz didan, lê rêyên derketinê kêm bûn an tune bûn. Piştî derketina min, agir li her derê belav bûbû û dûmaneke reşe-tîr hundir mişt kiribû. Xelkên derve bi bêr û berran hewl dan ku pencereyan vekin. Hinekan, wek Mihemedê Axê, êrişî hundir dikirin û zarokin der dixistin, lê agir zû hundir kir wek tenûreke dadayî”.
Seidedîn Mela herwiha got “Demirên pişta xênî ji têhna germa êgir nerm bûbûn û hatin xwarê û pê re pişta xênî bi carekê herifî. Hingê tu kes, û Mihemed tê de, nema xelas bû. Çend rojan bêhna şewata laşê mirovan esmanê Amûdê girtibû û brîndar jî pir bûn. Ji bo ku xelk bikaribin laşên miriyên xwe nas bikin, term û hestiyîn zarokên şewitî li mizgefta mezin hatibûn danîn, lê dîsa jî gelek zarok ta dawiyê nehatin naskirin û ew di goreke tevayî de hatin veşartin”.
Dernbarê sedemên agir de û gelo lêkolîn li ser hatiye kirin an na, Seidedîn Mela dibêje, “Karbidestên dewletê, her ji roja pêşî ve, hewl dan ku hemû saloxên wê şewatê qedexe bikin da hin bi hin ji bîra xelkê derkeve. Nehiştin ku kes lêkolînan li ser sedema şewatê bike û wan bi xwe jî encamên lêkolînên xwe veşartin”.
Mela di berdewamiyê de dibêje “Xwediyê sînemayê û xebatkerên wê Kurd bûn û digotin ku berî destpêka fîlm hinek bi navê muxaberat hatine, bi zorê kilîta derî ji wan standine û piştî ku bi tena xwe çûne hundir, hatine kilît li wan vegerandine û çûne. Zarokên şewitî hemû Kurd bûn û piştî destpêka fîlm, rêveberê nahiyeyê şandiye dû herdu zarokên xwe û ji sînemê birine malê. Di çaxê şewatê de, polîs li ber dergehî rawestiyabûn û nedihiştin kes derbasî hundir bibe û bi hawara zarokan ve here”.