Li Agiriyê jî qedexeya çalakiyan hat ragihandin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê hemû çalakî bi hinceta “Mîtînga Amedê” 2 rojan hatin qedexekirin.

Parêzgariya Agiriyê li ser qedexeya çalakiyan daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Agiriyê ji 13ê Çiriya Pêşînê saet 00:01ê heta 14ê Çiriya Pêşînê saet 08:00an 2 rojan hemû civîn, meş, daxuyaniyên çapemeniyê, grevên birçîbûnê, çalakiyên rûniştinê, mîtîng, vekirina standan, vedana konan, belavkirina belavokan, daliqandina pankartan û çalakiyên bi vî awayî yên li qadên vekirî hatine qedexekirin.

Parêzgariya Agiriyê di daxuyaniyê de da zanîn:

“Tevî ku Parêzgariya Diyarbekirê rê nedaye Mitînga Azadiyê jî lê hatiye ragihandin ku dê were kirin.

Ji ber vê yekê çûnûhatina kes û otomobîlên ji navend û navçeyên parêzgehê ku dê ji bo beşdariya mîtîngê bi rê bikevin hatiye qedexekirin.”

DEM Partî dê îro li parêzgeha Amedê “Mîtînga Azadiyê” tevî ku biryara Parêzgariya Amedê ya qedexeyê heye saz bike.

Li gelek parêzgehên Bakurê Kurdistanê zêdetirî hefteyekê ye bi hinceta çalakiyên 9ê Çiriya Pêşînê û “Mîtînga Azadiyê” qedexeya çalakiyan tê ragihandin.