HSDyê 3 kes girtin: 'Wan Tirkiyeyê re sîxurtî dikir'

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan HSD Girtin Sîxurtî Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - HSDyê li rojhilatê bajarê Girê Spî yê Rojvayê Kurdistanê bi tohmeta hevkariya bi îstixbarata Tirkiyeyê re 3 kes girtin.

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), Îstixbarata Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi tohmeta hevkariya bi îstixbarata Tirkiyeyê re li gundê Hemirê 2 û li gundê Nîtonê jî kesek girtin.

SOHRê da zanîn ku kesên hatin desteserkirin birine ajansa ewlehiyê ya HSDyê.

Gundên Hemir û Nîtonê dikevin rojhilatê bajarê Girê Spî.

Li aliyê din, SOHRê ragihand ku Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) a Rojavayê Kurdistanê bi hevkariya Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî li Reqayê du rojan berê li dijî şaneyên DAIŞê operasyona pêk anîbû.

Di encama operasyonê de fermandarekî Sûriyeyê û 3 çekdarên DAIŞê hatibûn girtin.

Kesên hatibûn girtin bi pêkanîna operasyonên sûîqestê li dijî sivîl û şervanan tên sûcdarkirin û ew birine navendeke ewlehiyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst