Hevserokê DEM Partiyê yê Îdirê û 2 kes hatin girtin

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îdir DEM Partî Girtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê şaxa Îdirê ya DEM Partiyê Mehmet Selçuk û 2 kesên din hatin girtin.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê roja pêncşemê Hevserokê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) yê Îdirê Mehmet Selçuk û 7 kes bi hinceta “endamtî û alîkariya rêxistinê” desteser kiribûn.

Hêzên ewlehiyê her 8 kesên desteserkirî îro piştî karûbarên îfadeyê birin dadgehê.

Dadgehê 5 kes bi şertê kontrola edlî berdan.

Hevserokê DEM Partiyê yê Îdîrê Mehmet Selçuk, Salîha Agri û kesekî din bi biryara dadgehê hatin girtin.

Hat ragihandin ku hêzên ewlehiyê her 3 kes birine Girtîgeha Îdirê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst