Îraq dê krediyê bide Kurdên Êzidî yên rizgarbûyî

3 demjimêr berê
Nîşan Kurdên Êzidî Deyn Îraq Jin Proje Xanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îraq dê du cure krediyan bide Kurdên Êzidî yên ku ji destên DAIŞê rizgar bûne.

Birêvebira Giştî ya Kar û Barên Jinên Êzidî yên Rizgarbûyî Serab Îlyasê da zanîn ku Îraq dê du cure krediyan bide Kurdên Êzidî yên ku ji destên DAIŞê rizgar bûne.

Serab Îlyasa ku li Wezareta Kar û Barên Civakî ya Îraqê ji karên Êzidiyên rizgarbûyî berpirs e diyar kir ku ew dê ji bo projeyan jî alîkariyê bidin Êzidiyên rizgarbûyî.

Yek ji bo xaniyan e, yek ji bo projeyan

Serab Îlyasê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku dê bi taybetî jin ji van krediyan sûdê wergirin û ev agahî dan:

“Krediyek ji wan ji bo niştecihbûnê ye û bi taybetî ji bo avakirina xaniyan e.

Krediya duyem jî dê 20-60 milyon dînar be û bi taybetî dê ji bo projeyan were dayîn.”

Li gorî agahiyên ku Serabê danê, ew deyn heta 2 salan nayên xwestin û piştî 2 salan dê dest bi dayîna wan were kirin û divê heta 5 salan hemû deyn bên dayîn.

Birêvebira Giştî ya Kar û Barên Jinên Êzidî yên Rizgarbûyî destnîşan kir ku heta niha 37 kesan ji bo krediya duyem serlêdan kiriye.

Serba Îlyasê anî zimên ku niha ji bo dariştina mekanîzmaya krediyên projeyan amadehî tên kirin.

Serabê diyar kir ku Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) jî pereyan dide Kurdên Êzidî yên rizgarbûyî û ji wan nastîne.

Wezareta Kar û Barên Civakî ya Îraqê her meh 800 hezar dînar meaş dide 2 hezar 155 jinên Êzidî û li Şingalê 262 parçe zevî dane wan.

DAIŞê 3yê Tebaxa 2014an li Şingalê komkujiyeke mezin kir û 6 hezar û 417 kes revandin.

Heta niha 3 hezar û 581 Kurdên Êzidî hatine rizgarkirin lê çarenivîsa yên mayî ne diyar e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst