Zindana Amedê dibe muzexane: 'Divê zilma li Kurdan neyê veşartin'

2 demjimêr berê
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Zindana Amedê û mexdûrên zindanê / Wêne: Rûdaw
Zindana Amedê û mexdûrên zindanê / Wêne: Rûdaw
Nîşan Zindana Amedê Muzexane Girtî Mexdûr
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Girtîgeha Amedê ku li seranserê cîhanê di nava 10 girtîgehên herî xirab de cih digire, beriya niha bi salekê hatibû valakirin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan biryar dabû ku vê girtîgehê veguherînin muzexaneyê.

Li girtîgehê xebatên restorasyonê dest pê kir.

Girtiyên ku li vir rastî şkenceyên giran hatine, ji Rûdawê re got ku ew dixwazin muzexane li gorî reseniya wê bê çêkirin.

Berê di wan hucreyên tarî de, dengê hawar û gaziya girtiyan dihat ku 24 demjimêran di bin şkenceyeke giran de bûn.

Ew rojên tarî dê careke din vegerin an na? Kes nizane lê niha li Girtîgeha Amedê dengê xebata restorasyonê tê.

Ew girtîgeha ku li cîhanê di nava 10 girtîgehên herî xirab de ye, bi biryara Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan êdî dibe muzexane.

Mihemed Can Azbay Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) yek ji wan girtiyan e ku bi salan li vê girtîgeha leşkeri de rastî şkenceyên giran hatiye.

Niha li wî cihê ku şkence didît, şahidiya avakirina muzexaneyekê dike.

"Hemû yek bi yek hatin ber çavên min"

Mihemed Can Azbay hovîtiya ku li Zindana Amedê dîtiye wiha anî ziman:

"Jiyana min, a hevalên min, hevalên min ên ku şehîd ketin, ew hemû yek bi yek hatin ber çavên min.

Ew qawîşa ku ez lê mame, min lê şkence dîtiye, hevalên min ên ku di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dabû, ew çar hevalên min ên ku xwe şewitandibû, ez çûm, min ew der dîtin."

Endamên Înîsiyatîva Zindana Amedê ya bi Hejmara 5an, ji bo ku girtîgeha Amedê bê valakirin û bibe muzexane, gelek caran bi rayedarên hikûmetê re hevdîtin pêk anîn.

Di encamê de bi ya wan bû û hikûmetê dest bi veguherandina girtîgehê kir.

"Zilma ku li Kurdan hatiye kirin divê neyê veşartin”

Mexdûrê Girtîgeha Amedê Nurî Sinir wiha axivî:

"Yan bi wêneyan, yan bi pratîkê, bi peykeran divê ji bo nifşên nû, ji bo Kurdan bê nîşandan.

Ew zilma ku li ser Kurdan hatiye meşandin ji bo ku neyê veşartin û neyê jibîrkirin, divê wan rastiyan nîşan bidin.

Divê Kurd wî tiştî li vir bibînin û xwe nas bikin."

"Lazim e Zindana Amedê wekî muzexaneya hafizayê bê çêkirin"

Mexdûrê Girtîgeha Amedê Paşa Akdogan got:

Girtîgeha bi Hejmara 5an a Amedê, lazim e wekî muzexaneya hafizeyê bê çêkirin. Di jiyanê de çi bûye? Divê ew bê nîşandan."

"Soz dan me"

Mexdûrê Girtîgeha Amedê Evdila Çelebî ragihand, "Em û Wezareta Çandê em hatin ber hevdû.

Soz dan me ku ji sedî sed nebe jî divê ji sedî 80 wekî rastiya xwe, wekî reseniya xwe bê çêkirin."

Girtîgeha Amedê di derbeya leşkerî ya 12ê Îlona 1980yî de li bakurê welat wekî navendeke şkenceyê hatibû vekirin.

Siyasetmedar Ehmed Turk, Gultan Kişanak, Orhan Mîroglu û gelek kesên navdar li vê girtîgehê bi salan hatibûn şkencekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst