DÊRSIM - Koçer ji zozanan vedigerin: ‘Gur û hirçên boz êriş dikin!’

2 demjimêr berê
RÛDAW
Koçerekî ku zozanan vedigere/Wêne: AA
Koçerekî ku zozanan vedigere/Wêne: AA
Nîşan Dêrsim Koçer Bakurê Kurdistanê Gur Hirç
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Koçerên zozanên Pilûr û Pilemûriyeyê yên Dêrsima Bakurê Kurdistanê di rêya vegerê de rastî zehmetiyan tên.

Koçeran bi hatina demsala payizê re keriyê pez daye pêşiya xwe û dest bi rêwîtiyeke zehmet kiriye.

Daketina wan a ji zozanên bilindahiya wan 3 hezar metre heta gund nêzîkî 20 rojan didome.

Ajeldar Evliya Koçaslan li ser rêwitiya xwe got:

“Meha dehan em dest bi vegera ji zozanan dikin. Di rê de em rastî gelek zehmetiyan tên.

Gur û hirçên boz êriş dikin û keriyê me belav dibe, carinan jî mihên me winda dibin.

Ji ber zêdebûna trafîkê em keriyê pezê xwe bi roj disekinînin û bi şev dimeşin.”

Koçer ajelên xwe bi kûçikên kangal diparêzin.

Ew dema bi şev radizên bi miha bizbent ku bi xwe ve girê didin keriyê pez kontrol dikin.

“Em di cihên asê re derbas dibin”

Ajeldar Recaî Daş jî anî ziman:

“Em hemû kelûpelên xwe li 3-4 keran bar dikin. 4-5 kûçikên me jî hene.

Em di geliyên kûr, çiyayên bilind û cihên asê re derbas dibin.

Di avên çemên mezin re keriyê pezê xwe derbas dikin.”

Li parêzgeha Dêrsimê ajeldar di mehên Gulan û Hezîranê de berxên xwe difiroşin û pez didoşin.

Her wiha hefteya yekem a meha Hezîranê jî hinek ji wan bi otomobîlan û hinek ji wan jî bi meşê derdikevin zozanên Pilemûriye, Erzirom û Sêwazê.

Nêzîkî 4 mehan li zozanan dimînin û li wê derê penîr çêdikin û difiroşin bazirganan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst