Nêçîrvan Barzanî ji bo hinek girtiyan efû derxist

Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî biryara berdana 17 girtiyên nexweş da.

Her wiha Nêçîrvan Barzanî biryar da ku Teqteq jî bîbe navçeya parêzgeha Hewlêrê.

Nêçîrvan Barzanî biryarên hejmara 335 û 336 derxistin.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab li ser biryarên Nêçîrvan Barzanî wiha got:

“Li gorî fermanê 17 girtiyên ku cezayên wan mane û rewşa tenduristiya wan baş nîne dê bi biryar Serokê Herêma Kurdistanê bên berdan.

Ev biryar di encama pêşniyaza berê ya Serokê Herêma Kurdistanê, Kabîneya Hikûmeta Herêma Kurdistanê komîteya hevbeş a di navbera Serokatiya Herêma Kurdistanê, wezaretên pêwendîdar û Encûmena Dadwerî ya Herêma Kurdistanê de hatiye standin.

Komîteyê rewşa wan mehkûman lêkolîn kiriye ku tevî cezayên xwe yên dirêj, êdî di metirsiya wan nemaye û êdî dikarin careke din tevlî civakê bibin û komîteyê jî pêşniyaza berdana wan kir."

Ji aliyê din ve Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî biryara hejmara 335 derxist û li gorî wê biryarê nahiyeya Teqteqê jî dibe navçe û dê girêdayî parêzgeha Hewlêrê be.