DEM Partî: Ji bo çareseriyê deriyê Îmraliyê vekin

30 xulek berê
Abdulselam Akinci
Mîtînga DEM Partiya ya li Amedê / Wêne: Ji dîmenan
Mîtînga DEM Partiya ya li Amedê / Wêne: Ji dîmenan
Nîşan Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê Mitîng DEM Partî
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan “Navnîşana aştiya civakî, Îmrali ye û deriyên Îmraliyê vekin.”

DEM Partî, DBP û çend saziyên din ên sivîl di salvegera 26emîn a derxistina Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê ji bo balê bikişînîn ser rewşa wî xwest li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê mitîngekê li dar bixe.

Mitîng dê Stasyona Amedê bihata lidarxistin lê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê ji ber qedexeya parêzgariyê rê neda.

Ji ber wê jî hevserokên DEM Partiyê û DBPyê, parlementer û xwepêşander li kûçeya Hunerê a Ofîsê civiyan û wan daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de amaje bi çareserkirina pirsa Kurd hat kirin û wekî navnîşana çareseriyê jî Îmrali û parlamentoya Tirkiyeyê hat nîşandan.

“Xelkê Amedê dibêje em qedexeyan nas nakin”

Parlamenterê DEM Partiyê Mehmet Kamaç got:

“Hûn dibînin gelê me li qadê dibêje em dê îradeya xwe bi mîtînga xwe bînin ziman.

Vê gavê li hemû qadên Amedê gelê Kurd li ser pêyan e dibêje em qedexeyan nasnakin.”

Tevî hemî hewlan polîsan rê neda ku xwepêşandar derbasî qada mîtîngan a Stasyonê bibin.

Li şûna wê hevserokên hevserokên DEM Partiyê û DBPyê, parlementer û xwepêşander li taxa Ofîsê hatin ba hev.

Di mîtînga ku birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan jî beşdarî bû de alozî derket.

“Li Tirkiyeyê pêwîstî bi aştiya civakî heye”

Parlamentera berê ya HDPuê Sebahat Tuncelê got:

“Eger desthilatê bixwesta ew peyama daye baş û rast were fêhmkirin divê îro ev mîtîng qedexe nekiriya.

Li Tirkiyeyê rast pêwîstî bi aştiya civakî heye. Bi rêyên aştiyane çareserkirina pirsa Kurd pêwîstiya herî lezgîn e.

Lê ev bi polîtîkayên qedexeyan, bi tecrîdan, bi astengkirinan nabe.

Divê berî her tiştî ev helwest were guhertin. Heta ev neguhere,em nikarin bejin li Tirkiyeyê serdemeke nû dest pê dike.”

Piştî dan û standinên bi saetan hêzên ewlehiyê ji bo daxuyaniyê destû da û Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî axaftinek kir.

“Deriyên Îmraliyê vekin

Bakirhan di axaftina xwe de wiha got:

“Em bangî desthilata ku 22 sal in li îktîdarê ye dikin. We tecrîd pêk anî û mifte li dere Îmraliyê xist.

Di rastiyê de we vê kilîl  ne li dere Îmralîyê xistiye lê we kîlil lingên gelên Tirkiyeyê xistiye.

Aborî têk çûye, civak riziya ye, polarîzasyona civakî derketiye asta herî bilind.

Pêwîstiya Tirkiyeyê bi aştiya civakî heye, ji bo pêk hatina vê aştiya civakî jî du navnîşan hene.

Navnîşana aştiya civakî, Îmrali ye. Navnîşana din jî meclis e. Deriyên Îmraliyê vekin. Birêz Ocalan destê aştiyê dirêj dike, hêviya vî welatî ye.”

“Pirsa Kurd pirsa satûyê ye”

Hevseroka DBPyê Çîgdem Kiliçgun Uçarê jî got:

“Pirsgirêka Kurd. pirsgirêka ewlehiyê nîne, pirsa Kurd pirsgirêkeke demokrasiyê ye, pirsa Kurd, pirsgirêkeke azadiyê ye û pirsa Kurd pirsa satûyê ye.”

Piştî bidawîbûna axaftinan xwepêşander qadê vekişiyan.

Li gorî zanyariyan hinek beşdar jî piştî çalakîyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst